Sariyildiz: Divê gelê me tevlî Newroza li Cizîrê bibe

Amadekarî tê kirin ku bi Newroza 22'ê Adarê ya li Cizîrê re bersiv bê dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz banga tevlîbûnê kir û got, "Neviyên Kawayan wê li hemberî Dehakan li ber xwe bidin."

Cizîra Botan, ku zêdeyî 200 mirov bi awayekî wehşî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve lê hatin qetilkirin, xwe ji bo mîtînga fînalê ya Newrozê amade dike ku wê di 22'ê Adarê de bê lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê Newroza Fînalê de axivî û destnîşan kir, ku bersiva herî xurt a li hemberî êrîşan wê di roja berxwedanê Newrozê de were dayîn. Sariyildiz diyar kir, Newroza di 22'ê Adarê de bê lidarxistin gelekî girîng e û got, "Pêwîste gelê me, tevî hemû êş û dilşewatiya xwe jî, ji bo bîranîna zarokên xwe biherike qada Newrozê."

Sariyildiz da zanîn, ku di mehên dawî de êrîşên gelekî giran li hemberî Cizîrê hatin kirin û got, "Gelê me rûmeta xwe li hemberî van êrîşan bi heybetî parast. Gelê me berdêl da, lê belê li ber êrîşên sîstemê serî netewand. Neviyên Kawayan wê her tim li hemberî Dehakan li ber xwe bidin. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Wê gelê me di vê çarçoveyê de tevbigere."

Sariyildiz ragihand, di serî de Hevserokên Giştî yên HDP û DBP'ê, wê hemû parlamenter û nûnerên gel tevlî Newroza Fînalê bibin û got, "Bi hezaran hevrêyên me ji bo piştgiriyê wê ji derve werin. Hemû parlamenterên me wê li vir bin. Di serî de gelê me yê li gundên derdorê, em li benda tevahiya gelê xwe ne ku di 22'ê Adarê de li ber avahiy HDP'ê li hev bicivin."

Sariyildiz da xuyakirin, ku Newroza li Cizîrê wê çalakiyeke bîranînê be û got, "Em ê zarokên xwe yên li ber êrîşên sîstemê serî netewandin di vê çalakiyê de bibîr bînin."