NÛ BÛ

TAK'ê berpirsyariya çalakiya li Enqereyê girt ser xwe

Di daxuyaniya rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê-TAK de hat ragihandin, çalakî bi fermandariya şervana wan Seher Çagla Demîr bi nasnav Doga Jiyan re hatiye kirin.

TAK'ê berpirsyariya çalakiya bombeyî ya 13'ê Adarê li Meydana Kizilay a Enqereyê girt ser xwe.

Di daxuyaniya rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê-TAK de hat ragihandin, çalakî bi fermandariya şervana wan Seher Çagla Demîr bi nasnav Doga Jiyan re hatiye kirin.

Daxuyaniya di malpera înternetê ya TAK'ê de hat weşandin bi vî rengî ye:

"Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera TAK'ê de hat gotin, "Çalakiya roja 13'ê Adara 2016'an saet di 18:45'an de li dilê TC a faşîst li Enqereyê, li hemberî navendên ku biryarên komkujiyên wehşî yên li hemberî gelê Kurd lê tên girtin, ji aliyê me Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ve hatiye kirin. Çalakî ji aliyê tîmek bi fermandariya hevrêya me Doga Jiyan (Seher Çagla Demîr) ve hatiye kirin.

Hevrê Doga ku di nava Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) de yekemîn hevrêya me ya jin e ku çalakiya tolhildanê ya fedaî pêk aniye, li hemberî dîlgirtina Serok Apo û polîtîkayên red û komkujiyê yên bi sedan salan li dijî gelê Kurd tên meşandin, biryar da têkoşîneke radikal bimeşîne û di sala 2013'an de tevlî nava refên me bû. Berevajî îdîayên tên kirin; ne ji welatekî din, ji welatê xwe tevlî nava refên me bûye. Li ser bingeha hilanîna tola ji dijminên gelê Kurd, bi têgihiştineke mezin û baweriyeke kûr tevlî bû. Piştî vê tevlîbûnê, di xeta milîtanên fedaî de, bi sekna jinê ya şoreşgerî re di nava jiyanê de roj bi roj mezin û bilind bû. Ji ber qetilkirina dayik, pitik û keçên ciwan ên kurd, ji ber teşhîrkirina bedena jinê û ji ber barbariya şewitandina mirovan, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin û mîna bi sedan hevrêyên me ji bo pêkanîna çalakiyê gelekî israr kir.

Vê tîma me, ji bo hesabê Cizîrê di xeta şoreşger a radîkal de ji hikûmeta AKP'ê ya qirkirinê bipirse, li keleha faşîzm û barbariyê li Enqereyê hêzên dewletê hedef girtiye. Lê belê, ji ber mudaxleya polîsan a di dema vê çalakiyê de, sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, em ji ber windahiya sivîlên ti eleqeya xwe û berpirsyariya xwe bi şerê qirêj re nîne, xemgîn in. Lê belê mîna di çalakiya hevrêyê me Zinar RAPERÎN de hat kirin, polîs û leşkerên di vê çalakiyê de jî hatin kuştin, hatin veşartin. Dewletê mirina sivîlan derxist pêş. Me tespît kirin ku di vê çalakiya me de gelek polîs hatine kuştin. Di çalakiyên me de, weke encameke çarenîn, sivîl jiyana xwe ji dest didin. Lewma berpirsyarê van mirinan rejîma faşîst a AKP'ê ye.

Em dixwazin bê zanîn; Kurdên li Kurdistanê tên kuştin, ne ji ber encama çarenîn a şer dimirin, yekser hedef tên girtin û tên qetilkirin. Di nava atmosfera ku piştî mirina sivîlan a di vê çalakiya me de hat afirandin, em hêvîdar in ku raya giştî wê êşa gelê Kurd a ku bi tenê li Cizîrê zêdeyî 300 mirovên me yên sivîl hedef hatin girtin, bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên wan hatin şewitandin û cenaze nehatin dayîn, fêm bike. Ev wehşet bi tena serê xwe ji bo me Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê sedema hilanîna tolê ye.

Divê neyê ji bîrkirin; Ji bo hesabê sivîl û mirovên me yên sivîl ên li Cizîrê û gelek deverên din hatin qetilkirin, hatin teşhîrkirin bê pirsîn, bi sedan fedaiyên me hene ku bi biryar in di her şert û mercî de hesab bipirsin. Li devera ku mejî û rêveberên şerê qirêj xwe lê ewle dibînin, em ê li wan bidin. Çalakiyên me wê dewam bikin. Tedbîrên ewlekariyê ku hikûmeta AKP a faşîst îdîa dike zêde kiriye, ji bo me nebûne asteng, wê nebin asteng. Mirovên li Tirkiyeyê dijîn divê zanibin; heta ku dîktatoriya faşîst ji holê bê rakirin, jiyana kesî ewle nîne. Heta ku TC dawî li komkujî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê bîne, têkoşîna me wê bi xwestek, biryardarî û bi sirar bidome. Her êrîşeke dijmin a li hemberî Serok Apo û gelê Kurd, wê qat bi qat bersiva xwe bibîne."

...