Cihê Elçî lê hat qetilkirin piştî 111 rojan hat lêkolînkirin

Di ser qetilkirina Tahîr Elçî re 111 roj derbas bûn, hingî lêkolîn li cihê bûyerê tê kirin.

Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re 111 roj derbas bûn. Hînê nû lêkolîn li cihê bûyerê hat kirin.

Ekîbên lêkolînê yên cihê bûyerê, noqar, AFAD, ekîbên parastina sivîl, li Mînareya Çarlin a ku Tahîr Elçî hate qetilkirin xebat dane destpêkirin. Piştî ku ekîbê lêkolînên kir rapor, wê vê li nava dosyaya dozê bi cih bikin. Qada ku lêkolîn tê kirin bi wesayîtên zirxî û Ford Rangeran ve hate dorpêçkirin. Ketin û derketina kolana Yenîkapi ya Mînareya Çarling jî bi brandaya spî ve hate girtin.