Yuksekdag: Em ê ruhê Newrozê li her derê nîşan bidin
Yuksekdag, ku ji ber astengiya hêzên dewletê nikarîbû tevlî mîtînga Newrozê ya li Dêrgulê bibe got, "Em ê ruhê Newrozê li her qadê nîşan bidin û bi ser bikevin."
Yuksekdag, ku ji ber astengiya hêzên dewletê nikarîbû tevlî mîtînga Newrozê ya li Dêrgulê bibe got, "Em ê ruhê Newrozê li her qadê nîşan bidin û bi ser bikevin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Besîme Konca, Alî Atalan, Faysal Sariyildiz ji bo tevlî mîtînga Newrozê ya li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bibin, ji Mêrdînê bi rê ketin.
Lê belê bi bahaneya 'qedexeya derketina derve' ya Waliyê Tirk ê li Şirnexê, destûr nehat dayîn ku biçin Dêrgulê.
'NÎKARIN ME BITIRSÎNIN, NIKARIN ME BÊDENG BIKIN'
Yuksekdag diyar kir, li bajarokê Dêrgulê cihê pîrozbahiya Newrozê qedexe nîne û bi qasî 30 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye. Yuksekdag destnîşan kir, ku ev astengiya li pêşiya wan nehiqûqî ye.
Yuksekdag got, "Bi van astengî û zextan re nikarin çavê me bitirsînin, nikarin me bêdeng bikin. Em ê guh nedin qedexeyê û ruhê Newrozê li her qadê nîşan bidin û bi ser bikevin."
Piştî daxuyaniyê Yuksekdag avahiya HDP'ê ya Cizîrê ziyaret û li vê derê bi gel re axivî. Yuksekdag dûre berê xwe da Mêrdînê.