Polîsên Tirk êrîşî Newroza li Farqînê kir ku Demîrtaş jî lê amade bû
Li Farqînê, di pîrozbahiya Newrozê de piştî axaftina beşdaran, polîsên Tirk êrîşî gel kirin.
Li Farqînê, di pîrozbahiya Newrozê de piştî axaftina beşdaran, polîsên Tirk êrîşî gel kirin.
Li navçeya Amed Farqînê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Komê Çaglar Demîrel, parlamenter Sîbel Yîgîtalp, Nûrsel Aydogan, Cîgira Hevşaredara Farqînê Zûhal Tekîner, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Di pîrozbahiya girseyî de pitşî axaftinan, polîsên Tirk bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin.
Bûyerên ji ber êrîşa polîsan derketin, li navçeyê dewam dikin.