Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Em cejna Newrozê ya gelê xwe pîroz dikin û hevîdar in Newroza 2016'an ji bo azadiya Rêberê me, ji bo afirandina Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk wê bibe werçerxeke dîrokî."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê qedexe daniye ser pîrozkirina cejneke 2600 salî ya gelekî. Ev yek, êrîşa li hemberî hebûn û nirxên çandî yên gelê Kurd e. Gelê Kurd, bi hezaran sal in tevî hemû zext, zilm, polîtîkayên înkar û qirkirina çandî jî Newroza xwe her sal pîroz kiriye. Di salên 1990'î de gava mîna roja îro hat qedexekirin, gelê me guh neda qedexeyan, herikî meydanan û bi dayîna bi hezaran şehîdan re Newroza xwe kirin cejna demokrasî û azadiyê ku ji aliyê ti hêzê ve nikare bê qedexekirin. Li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê ku niha qadên berxwedana xwerêveberiyê ne, gel di salên 1990'î de sînga xwe li hemberî tank û guleyan kir sîper, bi vî rengî daket kolanan, bi sedan şehîd da û bi xwîna xwe re mora xwe danîn binê nemiriya Newrozê. Ji bo parastina hebûna Newrozê û pîrozkirina wê, gelê Kurd ewçend berdêlên giran daye ku êdî tinehesibandin û qedexekirina Newrozê nepêkan e."
'QEDEXEKIRINA NEWROZÊ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HEBÛNA GELEKÎ YE'
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Dîrokeke Newrozê heye; ruhekî roja Newrozê heye. Di Newrozê de gelek nirx digihêjin hev û ruhê Newrozê derdixînin holê. Ev yek jî ruhê berxwedanê ye, ku bi dayîna berdêlên gelekî giran hatiye afirandin. Rehê vê çand û ruhê berxwedanê digihêje 2600 sal beriya niha. Qedexekirin an jî têkbirina vî ruhê xwe dispêre daneheviyeke ji hezaran salan nepêkan e. Bi dehan salan e, tevî her şêwe zext, zilm û komkujiyan jî tê pîrozkirin.
Desthilatdariya AKP'ê, êrîşên xwe yên înkar û tinekirinê yên li qadên xwerêveberiyê, niha jî bi qedexekirina vegotina hebûna gelê Kurd Newrozê re didomîne. Ev êrîş ne tenê qedexekirina rojekê ye; êrîşa li hemberî hebûna gelekî ye. Desthilatdariya AKP'ê bi qedexekirina Newrozê re nîşan dide, ku bi çi rengî nêzî gelê Kurd dibe û pêşerojeke çawa li ser gelê Kurd ferz dike. Çawa ku bi feraseta yek milet, yek welat, yek al re ti nirxên Kurdan qebûl nake û bajaran dişewitîne-hildiweşîne, niha jî nîşaneya nirxên bingehîn ên hebûna gelê Kurd Newrozê qedexe dike.
'DIVÊ GELÊ ME HER QADÊ VEGUHERÎNE QADA NEWROZÊ Û CEJNA XWE PÎROZ BIKE'
Gelê me, wê Newroza ku 2600 sal in pîroz dike, di sala 2016'an de jî li her gundî, li her taxê, li her bajarokî û li her bajarî wê pîroz bike. Wê her qadê weke qada Newrozê bibîne û Newrozê li her kolan û meydanan bi coşeke mezin pîroz bike. Hêza ruhê Newroza 2600 salî, wê biryarên qedexeyê yên desthilatdariya faşîst a AKP'ê bêwate bike.
Divê gelê me, qedexekirina Newrozê weke êrîşa li hemberî hebûn û jiyana xwe ya azad û demokratîk bibîne, li ser vê bingehê ji bo parastina hebûna xwe, jin, zarok, extiyar her kes biherikin qadan. Bi hêza ji dîrok û şehîdên xwe wergirtî re, pêwîste nîşanî desthilatdariya AKP'ê û tevahiya cîhanê bide ku nabe Newroz bê qedexekirin û têkbirin.
Îsal, daketina qada Newrozê di heman demê de tê wateya nîşandana vîna xwerêveberiyê, nîşandana dilsoziya bi şehîdên xwerêveberiyê û dijderketina li êrîşên li hemberî qadên xwerêveberiyê ye. Ji ber ku ruhê Newrozê dijderketina li zaliman, nîşaneya jiyana bi hev re ya gelan a li ser bingeha azad e. Ev vîn vîna xwerêveberî û jiyana azad e ku xwe dispêre paşeroja xurt a Newrozê. Di heman demê de vîna jiyana bi hev re ya gelan e.
Sembola vîna jiyana bi hev re ya gelan û jiyana azad Rêber Apo ye. Lewma dagirtina qadên Newrozê, di heman demê de nêzîkkirina azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di zikhev de ne. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe, hemû gelan, hêzên civakî û demokrasiyê yên dixwazin Rêber Apo û gelê Kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe dikin, ku li dijî faşîzma AKP'ê dakevin qadên Newrozê."