Newroz wê li Wanê di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin
Waliyê Tirk ê li Wanê, pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê ya li Wanê 'qedexe' kir.
Waliyê Tirk ê li Wanê, pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê ya li Wanê 'qedexe' kir.
HDP'ê da xuyakirin, ku ew ê 'biryara qedexeyê' nas nekin û Newrozê mîna plana xwe pîroz bikin.
Parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, "Tevî qedexeyê jî em ê Newrozê pîroz bikin. Pîrozbahiya ku me plan dikir li Parka Kaleyê lidar bixin, em ê di 19'ê Adarê saet di 14:00 de de li xaçerêya 2 Nîsan'ê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê KCD'ê Hatîp Dîcle pêk bînin."