KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heskîf tevlî Lîsteya 7 Mîrateyên Çandî yên li ber tinebûnê ne, hat kirin
Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku bi xeteriya binavbûnê re rû bi rû ye, tevlî lîsteya 'Europa Nostra' hat kirin. Ev lîste ji 7 mîrateyên çandî yên li ber tinebûnê ne, pêk tê. -
Civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê li çapemeniyê girtî didome
Civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê ya li ser siberoja herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li çapemeniyê girtî dewam dike. -
Rojava û Sûriyeyî modela xwe ya siberojê nîqaş dikin
Bi dirûşmeya "Sûriyeya Yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e" Civîna Meclîsa Damezrîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpê kir. -
Şehîdên Helebçeyê li Zanîngeha Kerkûkê hatin bîranîn
Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. -
Tevî qedexeyan jî Newroz wê li Qoserê bê pîrozkirin
DBP û HDP'ê dan xuyakirin, ku ew ê qedexeya Walîtiya Tirk a li ser pîrozbahiyên Newrozê qebûl nekin. -
KJK: Li dijî zîhniyetên qetlîamker em bibin yek
Kordînasyona KJK'ê, di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeyê de bang li hemû jinan û gelê Kurd kir, ku li dijî zîhniyetên qetlîamker bibin yek. -
Şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Çalakiyên bîranînê yên li Helebçeyê îro saet di 09:00 de destpê kir û wê 3 rojan dewam bike. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. -
Li Nisêbînê bomberdûman didome
Li Nisêbînê ku êrîş her diçe lê zêde dibin, li ser taxên berxwedanê topbaran didome, ji tabûrên leşkerî jî hewan tên avêtin. -
Meclîsa Damezrîner a Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi 200 delegeyan li hev civiya
Civîna Meclîsa Damezrîner a Rojava û Bakurê Sûriyeyê destpê kir. 200 delegeyên ji Rojava û herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdarî civînê bûne. Di civînê de qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn. -
Ji bo şikandina dorpêçiyê gundiyan berê xwe dan Geverê
Ji bo şikandina êrîşên qirkirinê û dorpêçiya li ser Geverê, gundiyên bajarokê Bajergehê bi wesayîtan berê xwe dan navçeyê. -
'Ne komkujiyên Saddam ne jî yên Erdogan nikarin me biqedînin!'
Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku li Helebçeyê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, lê Kurd teslîm nebûn. Gerîlayan li dijî komkujiyên ji aliyê Erdogan ve tên kirin jî banga yekîtiyê kirin. -
Avesta: Divê her kes ji bo Newrozê dakevin qadan
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta bang li gel kir ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê dakeve qadan û got, "Divê agirê Newrozê li kolanan û li çiyê bê geşkirin." -
Li Geverê bombe li cihê 200 sivîl lê de dibarin
Li qada Kanî Heyder a taxa Zagrosê (Cûmhûriyetê) ku bomberdûmana lê tê kirin dewam dike, jin û zarok jî di nav de bi qasî 200 sivîl bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. -
Mexmûr xwe ji bo Newrozê amade dike
Li wargeha penaberan a Mexmûrê, amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sala 2016'an dewam dikin. Gelê Mexmûrê qada Newrozê bi hev re amade dike. -
Komîteya Amadekar a Newrozê daxuyaniyê dide -WEŞANA ZINDÎ
Der barê pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê de Komîteya Amadekar û Rêxistinên Civakî yên Sivîl daxuyaniyê didin. -
Salih Muslim: Em dixwazin aştî û aramî li Tirkiyeyê pêk were
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bersiv da sûcdariyên terorê yên Tirkiye li PYD û YPG'ê dike û destnîşan kir, ku Tirkiye li dû lîstikên qirêj e. Muslim diyar kir, ew dixwazin li Tirkiyeyê aştî û aramî pêk were. -
Qurbaniyên Helebçeyê li Montrealê hatin bîranîn
Li Montrealê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
KNK: Tehlûkeya rûdana Helebçeyên nû hînê heye
Konseya Rêveber a KNK'ê di salvegera komkujiya Helebçeyê de bal kişand ser xeteriya rûdana Helebçeyên nû û komkujiyên li Şengal û Cizîra Botan bibîr xist. KNK'ê ji bo pêşîgirtina li van komkujiyan banga yekîtiyê li hêzên siyasî yên Kurd kir. -
Li Geverê êrîş û berxwedan dewam dikin
Li Geverê terora dewleta Tirk di roja çaremîn de ye. Taxên berxwedanê danê vê sibehê bi hawanan hatin bombekirin. Hêzên YPS/YPS Jin jî bersivê didin êrîşan û li ber xwe didin. -
Li Mêrdînê operasyonên qirkirina siyasî: 11 kes hatin girtin
Li navenda Mêrdînê û navçeya Qoserê, Hevserokên DBP'ê yên navçeyan jî di nav de 11 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, hatin girtin. -
Berxwedana Nisêbînê di roja sêyemîn de ye
Li Nisêbînê, ku berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dike, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder hat rûxandin. -
'Zîhniyeta li Helebçeyê komkujî kir û li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, yek e'
Rewşenbîrê Başûrî Ahmet Riza da xuyakirin, ku her çend di ser Komkujiya Helebçeyê re 27 sal jî derbas bûne, pêşî li siyaseta komkujiyê hînê nehatiye girtin û got, "Kurd bi guhertina stratejiya xwe ya têkoşînê re dikarin pêşî li komkujiyan bigirin." -
Li Geverê li dijî maşîna zirxî çalakî: Mirî hene
Li Geverê, maşîneke zirxî ya ji hêzên dewletê hewl da bikeve nava taxên berxwedanê. Di encama çalakiyekê de ev maşîna zirxî hat rûxandin û 'tîmên taybet' ên Tirk ên di vê maşînê de mirin. -
Ayhan: Dixwazin komkujiyek mîna ya Cizîr û Sûrê li Nisêbînê jî bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ayhan da xuyakirin, ku hêzên dewletê amadekariyan dikin ji bo li Nisêbînê jî mîna li Cizîr û Sûrê komkujiyekê bikin û got, "Divê gelê me li hemberî komkujiyê rabe ser piyan." -
Nesrîn Abdullah: Di demeke guncaw de wê federasyon bê ragihandin
Ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah tevlî resepsiyona Newrozê ya li paytexta Belçîka Brukselê bû û diyar kir, li Rojava amadekariyên ji bo federasyonek ji hemû gelan, ji aliyê komîsyonekê ve tê meşandin.