Tevî qedexeyan jî Newroz wê li Qoserê bê pîrozkirin

DBP û HDP'ê dan xuyakirin, ku ew ê qedexeya Walîtiya Tirk a li ser pîrozbahiyên Newrozê qebûl nekin.

Walîtiya Tirk a li Mêrdînê hemû çalakiyên li navenda bajarê Mêrdînê û navçeyên wê ji bo 30 rojan qedexe kir. 

Rêxistinên DBP û HDP ên Qoserê civîneke çapemeniyê lidar xistin û qedexe protesto kirin. 

DBP û HDP'ê destnîşan kirin, ku qedexeya walîtiyê ne tiştekî bê qebûlkirin e û diyar kirin, ew ê di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bikin.

Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Gazar Batirhan diyar kir, ku qedexekirina Newrozê dewama zîhniyeta înkarê ye û got, "Gelê Kurd wê vê qedexeyê nas neke. Li her devera lê ye wê Newrozê li qadan pîroz bike û li ber xwe bide."

Batirhan banga tevlîbûneke girseyî li gelê Qoserê kir.