'Zîhniyeta li Helebçeyê komkujî kir û li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, yek e'

Rewşenbîrê Başûrî Ahmet Riza da xuyakirin, ku her çend di ser Komkujiya Helebçeyê re 27 sal jî derbas bûne, pêşî li siyaseta komkujiyê hînê nehatiye girtin û got, "Kurd bi guhertina stratejiya xwe ya têkoşînê re dikarin pêşî li komkujiyan bigirin."

Rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Ahmet Riza da xuyakirin, ku her çend di ser Komkujiya Helebçeyê re 27 sal jî derbas bûne, pêşî li siyaseta komkujiyê hînê nehatiye girtin û got, "Kurd bi guhertina stratejiya xwe ya têkoşînê re dikarin pêşî li komkujiyan bigirin."

Ji rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê Ahmet Riza diyar kir, mîna Helebçeyê gelek komkujî bi serê Kurdan de hatine, lê ev komkujî îro jî hînê dewam dikin. Riza got, "Zîhniyeta ku di sedsala 20'an de Kurd qetil kir, neguheriye. Lê belê, ji ber ku Kurd bi xwe jî bi mejî û stratejiya berê têdikoşin, nikarin pêşî li van komkujiyan bigirin. Li Helebçeyê 5 hezar mirov bi gazên kîmyewî ji nişka ve hatin qetilkirin. Îro jî li Bakurê Kurdistanê hînê mirovên me tên qetilkirin. Wê demê divê em Kurd stratejiya xwe ya têkoşînê biguherînin û bi hêza xwe re li her derê li dijî komkujiyan bisekinin. Sekna parçebûyî û dûrmayîna ji hev ji bo me ne rizgarî ye. Ev sekin bi tenê rê li ber mirinê vedike."

'CÎHAN LI PÊŞBERÎ QETILKIRINA KURDAN BÊDENG E'

Riza da zanîn, ku Kurd li pêş çavên tevahiya cîhanê tên qetilkirin, lê belê ji ber berjewendiyan cîhan li pêşberî vê bêdeng e.

Riza got, "Kurd her roj tên qetilkirin. Mîna ku ev naqewime, cîhaneke xemsar û bêdeng heye. Kes napirse çima rewş bi vî rengî ye. Tirkiye îro bi awayekî vekirî Kurdan qetil dike. Dayik cenazeyên zarokên xwe li sarincan radigirin. Zarok nikarin cenazeyên dayikên xwe yên li naverastê hatine qetilkirin rakin. Lê cîhan vê nabihîze. Ji bo weke komkujiyan bibîne li bendê ye ku komkujiyeke girseyî bê kirin. Bêguman bi vê yekê re teşwîq dike û dibe hevparê komkujiyan.

Zîhniyeta ku Kurd li Helebçeyê qetil kir û îro li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Kurdan qetil dike, yek e. Di nêrîna li kurdan de guhertinek nîne. Bi tenê navê yên komkujiyê dikin, guheriye. Lê zîhniyet û pêkanîn yek e."

'DIVÊ KURD STRATEJIYA XWE YA TÊKOŞÎNÊ BIGUHERÎNIN'

Riza anî ziman, ku ji bo Helebçeyên mezintirîn careke din neyê serê Kurdan, divê Kurd stratejiyên xwe yên têkoşînê ji sedî sed biguherînin û go, "Pêwîste Kurd hem stratejiya xwe ya têkoşînê, hem jî têkilî û tifaqên xwe biguherînin. Hêzên ku ev sed sal in Kurdistan kirine çar parçe, di roja îro de jî bi heman rengî nêzî Kurdan dibe. Kurdan bi stratejiya xwe ya berê re nikarîbûn pêşî li vê bigirin."

Riza da xuyakirin, ku ji bo Kurdan a herî girîng rengê guhertina vê stratejiyê ye û destnîşan kir, ku beriya her tiştî divê êdî dev ji hêvî û bendewariya ji xwediyên zîhniyeta wan qetil dike, berdin.

Riza axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên Kurd parçe kirine, qetil kirine, tevî hemû nakokiyên navbera xwe jî di mijara siyaseta Kurd e dibin yek. Li hemberî vê yekê, divê Kurd jî dawî li siyaseta ku ji Ewropayê ji cîhana rojava xwedî bendewariyan e berdin û dawî li sekna ji hev parçebûyî bînin. Divê bi hev re tevbigerin. Bendemayîna alîkariya ji Amerîka, ji Ewropayê, çareserî nîne. Her wiha divê bi hêzên wan qetil dikin re bes tifaqê bikin. Ji ber ku hêzên ku Kurdistan parçe kirine naxwazin Kurd li derveyî kontrola wan, têkiliyekê deyne. Bi şîdetê re êrîşî vê dikin. Helwesta Erdogan a piştî serdana HDP'ê ya li Rûsyayê, mînaka vê rastiyê ye. Her wiha helwesta dewletên herêmê ya li hemberî siyaseta Kurdan a li Rojava û hêza leşkerî ku bi hêza xwe ava kirine, eşkere ye."

'TESLÎMGIRTINA VÎNÊ Û QETILKIRIN HEMAN TIŞT E'

Ahmet Riza yê ji Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku di navbera teslîmgirtina civakê û qetilkirina fîzîkî ya civakê de ti cudahî nîne, encama herduyan jî tinekirin e û got, "Tu cudahiya vê ji qetilkirina bi çekên kîmyewî nîne. Ev helwest hînê tê meşandin. Binêrin; di navbera tişta ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û Komkujiya Helebçeyê de ti cudahî nîne. Hejmara mirovên hatine qetilkirin, gelekî zêde ye. Ya ku divê were kirin, pêşîgirtina li vê ye. Kurd bi yekîtiya navbera xwe, bi têkoşîna hevpar û xwedîdeketina li vîna xwe re dikarin vê bikin."