Avesta: Divê her kes ji bo Newrozê dakevin qadan

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta bang li gel kir ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê dakeve qadan û got, "Divê agirê Newrozê li kolanan û li çiyê bê geşkirin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta bang li gel kir ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê dakeve qadan û got, "Divê agirê Newrozê li kolanan û li çiyê bê geşkirin."

Avesta bû mêvanê bernameya "Çira Welat" a Çira TV û destnîşan kir, ku Newroz bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re bêhtir watedar bû.

Avesta bi vegotina wateya Newrozê re diyar kir, ku gelê Kurd di pêvajoyeke nû, pêvajoya xwerêvebirin, ragihandina xweseriya demokratîk, afirandina welatê xwe, parastin û peydakirina çareseriya xwe bi xwe re, derbas dibe.

Avesta got, "Bi gavên bi vî rengî re em Newrozeke nû pêşwazî dikin. Di Newroza 2016'an de destketiyên nû tên afirandin. Bi destketiyên nû, bi berxwedaneke mezin re em Newroza 2016'an pêşwazî dikin. Li Sûr, Cizîr û her devera Kurdistanê berxwedan heye. Bi vî rengî em dest bi Newroza 2016'an dikin. Bi ruhê 8'ê Adarê re, bi tilîliyên dayikan em bi vîneke mezin Newrozê pêşwazî dikin."

'DEWLET JI VÎNA MEZIN A DERKETIYE HOLÊ DITIRSE'

Avesta ragihand, ku di rojeva wan de berxwedan heye, gotinên qesrê, hikûmetê, dewletê ji bo wan qet ne girîng e û destnîşan kir, ku ew xwe ji bo pêvajoyeke nû û mezin amade dikin.

Avesta da zanîn, tevî hemû zordarî û qedexeyan jî divê Newroza îsal bê pîrozkirin û got, "Newroza îsal wê bi wateya xwe ya esasî were pîrozkirin. Divê bi rengekî hêjayî wê be Newroz were pîrozkirin. Newroz bi destûra kesî nayê pîrozkirin. Newroz ne li salonann tê pîrozkirin. Nav, dîrok, ruhê berxwedanê yê Newrozê heye. Lewma dema em Newrozê pîroz dikin, em destûrê naxwazin. Newroz dijderketina li zilmê ye, cejna gel e. Naverok û wateya vê cejnê divê di nava her şert û mercan de bê pîrozkirin. Pêwîste agirê Newrozê li kolanan, li çiyê were geşkirin. Ji 7 heta 70 salî divê her kes cihê xwe di nava van pîrozbahiyan de bigirin. Li dijî zilmê pêwîste her kes nerazîbûna xwe nîşan bide. Dewleta Tirk ji vîna derketiye holê gelekî ditirse. Lewma ji niha ve li her derê; li hemû bajar, navçe û gundan qedexeyê radigihîne. Dixwaze pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin. Divê gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurdistanê guh neda van qedexeyan."

Avesta ev bang li jin û ciwanan kir: "Çawa ku jinan bi berxwedan û têkoşîna xwe re 8'ê Adarê ronî kirin, pêwAîste bi reng, ziman, deng, tilîlî û sekna xwe re biherikin qadên Newrozê. Her wiha ciwan jî, divê ruhê berxwedanê yê Sûr, Cizîra Botan, Şengal û Rojava ji xwe re esas bigirin û tevlî pîrozbahiyan bibin. Bi vê wesîleyê Newrozê li Rêber Apo, girtiyên azadiyê, şervanên azadiyê û tevahiya gelê Kurdistanê yê berxwedêr pîroz dikim."