Li Geverê li dijî maşîna zirxî çalakî: Mirî hene

Li Geverê, maşîneke zirxî ya ji hêzên dewletê hewl da bikeve nava taxên berxwedanê. Di encama çalakiyekê de ev maşîna zirxî hat rûxandin û 'tîmên taybet' ên Tirk ên di vê maşînê de mirin.

Li Geverê, maşîneke zirxî ya ji hêzên dewletê hewl da bikeve nava taxên berxwedanê. Di encama çalakiyekê de ev maşîna zirxî hat rûxandin û 'tîmên taybet' ên Tirk ên di vê maşînê de mirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê dewam dikin, heta duh derengiya şevê, ji Fermandariya Alayê ya Navçeyê û Tabûra Efeler, bi tank û topan êrîş li hemberî taxên Cûmhûriyet, Eskî Kişla, Gungor û Ormanê hatin kirin. Ji ber bomberdûmanê xisar li gelek malan bû. Hêzên dewleta Tirk hewl dan tevî bi dehan maşînên zirxî bikevin nava taxa Gungorê. Di vê kêliyê de li pêşiya taxê teqîneke dijwar rû da. Dema maşîna zirxî derbasî nava taxê dibû, teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin, teqiya. Teqîn ewçend dijwar bû, ku li gelek herêmên derdora bajêr hat hîskirin. Di encama teqînê de 'tîmên taybet' ên dewleta Tirk ên di hundirê maşînê de hatin kuştin.

Li dû teqînê, gelek ambûlans sewqî herêma şer hat kirin. Mirî û birîndarên hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî û ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Bi vî rengî pêşî li mudaxleya hêzên dewletê ya li taxê hat girtin. Li ser navçeyê drone û heron her digerin. Ji balafirgehê jî bi helîkopteran cebilxane ji Fermandariya Tumenê ya Navçeyê û Tabûra Efeler tên veguhastin.