Mexmûr xwe ji bo Newrozê amade dike

Li wargeha penaberan a Mexmûrê, amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sala 2016'an dewam dikin. Gelê Mexmûrê qada Newrozê bi hev re amade dike.

Wargeha penaberan a Mexmûrê, xwe ji bo Newroza 2016'an amade dike. Şêniyên wargehê wê bi coşeke mezin û bi ruhê berxwedanê pêşwazî bike.

Endamê Komîteya Amadekar Omer Kara der barê amadekariyên xwe de agahî da û got, "Amadekariyên me li ber qedandinê ne. Niha em qada pîrozbahiyê, tevî gelê xwe amade dikin. Dikarim bêjim Mexmûr ji bo Newrozê amade ye."

Kara da zanîn, ku ew ê Newrozê di 19'ê Adarê de pîroz bikin û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe yê wargehê dikin, ku tevlî pîrozbahiyê bibe."