Şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Çalakiyên bîranînê yên li Helebçeyê îro saet di 09:00 de destpê kir û wê 3 rojan dewam bike. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.
Çalakiyên bîranînê yên li Helebçeyê îro saet di 09:00 de destpê kir û wê 3 rojan dewam bike. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.
Bi wesîleya 28. salvegera Komkujiya Helebçeyê, ku di 16'ê Adara 1988'an de ji ber êrîşa bi çeka kîmyewî ya rejîma Baas li başûrê Kurdistanê bajarê Helebçeyê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, îro saet di 09:00 de li Helebçeyê li ber Bîrdariya Şehîdên Helebçeyê merasîma bîranînê destpê kir.
Merasîma bîranînê bi firandina 28 kevokan destpê kir û tevî parlamenterên Iraqê û Herêma Kurdistanê, gelek parlametner, Konsolosê Îranê û Wezîrê Karên Diyanetê yê Îranê, bi hezaran kes beşdar bûn.
Wêneyên hunermendê Portekîzî yê li ser Komkujiya Helebçeyê hat nîşandan.
Saet di 09:45'an de, hemû derdorên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl çeleng danîn ber darbesta du şehîdên Komkujiya Helebçeyê ku cenazeyên wan nû hatine tespîtkirin. Piştre Waliyê Helebçeyê Abdul Mûhammed axivî û bal kişand ser komkujiyên li hemberî gelê Kurd hatine kirin. Mûhammed, ji bo careke din komkujî li Kurdan neyê kirin bang li gelê Kurd kir ku hîn bi hişyar û hestyar tevbigere.
Piştî axaftina Abdul Mûhammed li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Ferec peyivî û peyama malbatan a ji bo bîranînê xwend. Li dû xwendina mesajên gelek hêzên siyasî, koroya herêmî sirûd xwend. Saet di 11:45'an dema pêkhatina Komkujiya Helebçeyê de, bi beşdariya her kesî ji bo 5 deqeyan rêz hat girtin.
Du zarokên piştî Komkujiya Helebçeyê winda bûn Ehzem û Berzan, piştî 28 salan bi merasîmekê xwe gihandin malbatên xwe. Ehzem navê xwe kir Alan, Berzan jî navê xwe kir Çiya.
Danê nîvro jî wê cenazeyên 2 şehîdên Komkujiya Helebçeyê, ku ji aliyê malbatan ve nû hatine tespîtkirin, bi merasîmekê werin veşartin.
Merasîm wê piştre li ber Bîrdariya Helepçeyê bi hin çalakiyên çandî bidome.
Li aliyê din Tevgera Azadî jî şehîdên Komkujiya Helebçeyê bibîr anî. Tevgera Azadî li Goristana Helebçeyê merasîmek pêk anî û şehîdên komkujiyê bibîr anî. Merasîma li vê derê saet di 11:00 de destpê kir û piştî axaftinan saet di 11:35'an de deqeyek rêz hat girtin.
Ji ber krîza siyasî û aborî ya li Herêma Başûrê Kurdistanê, merasîmên li gelek herêman betal bûn. Eleqeya ji bo merasîma îsal, li gorî salên bihurî kêmtir bû.