KJK: Li dijî zîhniyetên qetlîamker em bibin yek

Kordînasyona KJK'ê, di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeyê de bang li hemû jinan û gelê Kurd kir, ku li dijî zîhniyetên qetlîamker bibin yek.

Kordînasyona KJK'ê di salvegera 28. a Komkujiya Helebçeyê de, di şexsê şehîdên Helebçeyê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got, "Ji bo bîranînên wan, em ê hesab ji yên ev êş bi gelê me dane kişandin bipirsin. Em lenetê li hêzên qetlîamker û hevkarên wan tînin."

Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Gelê Kurd ê ku di destpêka sedsala 20'an de bi peymanên navneteweyî re mehkûmî mêtîngerê hat kirin, di tevahiya sedsalê de rastî komkujî û zextan hat. Bi Komkujiya Helebçeyê re ku weke komkujiya herî giran di dil û hişê gelê Kurd de cih girt, 5 hezar jin, zarok mirovên bêguneh bi çeka kîmyewî hatin qetilkirin. Her çend kiryarê vê faşîzmê Saddam Huseyîn û hevalbendên wî hatibin cezakirin jî, heman zîhniyetên qetlîamker hînê li Kurdistanê li ser kar in. Karê çeteyên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê û pêkanînên çeteyên AKP'ê li Bakurê Kurdistanê, mîna zîhniyeta Saddam Huseyîn, komkujiyê li ser gelê Kurd ferz dikin. Ya ku xwestin li Kobanê bikin, komkujiya mîna ya Helebçeyê bû. Û ya ku li Cizîr û Sûrê hat kirin, ya ku li Gever, Şirnex û Nisêbînê ev çend roj in dixwaze bê kirin, heman tişt e. Li Helebçeyê di nava rojekê de 5 hezar mirov hatin qetilkirin. Li Bakurê Kurdistanê bi qetilkirina mirovan li jêrzemînan bi awayekî wehşî, bi teşhîrkirina cenazeyên parçekirî re hewl didin komkujiya Helebçeyê parçe bi parçe bixin meriyetê. Şiyara çeteyên AKP'ê ev e; 'Ji Kurdan re her roj komkujî'. Çawa ku Saddam Huseyîn dema li Helebçeyê komkujî kir ne dostê parçeyên din ê Kurdistanê bû, îro jî AKP a xwedî heman zîhniyeta qetlîamker, nikare bibe dostê ti parçeyekî Kurdistanê. Qetlîamkerî li ser dijminatiyeke bê sînor a li Kurdê azad, hatiye afirandin. Dersa ku em Kurd divê ji Komkujiya Helebçeyê derxin; li dijî zîhniyetên komkujî, tenê hiştin û parçekirinê afirandina hêzeke hevpar a têkoşînê û li her qadê afirandina xweparastinê ye."

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Gelê Kurd gihaştiye asteke dîrokî ku xwedî derfetan e ji bo hesab ji hemû qetlîamkeran bipirse. Çawa ku Saddam hesabê komkujiyan da be, çeteyên AKP'ê jî wê bi heman rengî hesab bidin.

Di hemû komkujiyan de êşa herî giran jinan kişandine. Lewma jin wê hesab ji hemû qetlîamkeran bipirsin, rê nedin komkujiyên nû û têbikoşin. Li hemû parçeyên Kurdistanê; yekîtiya têkoşîna hevpar, yekîtiya berxwedanê, yekîtiya parastinê ya jinên Kurd, çeka bingehîn a têkoşînê ye ku zîhniyetên qetlîamker bisekinîne.

Li ser vê bingehê, di salvegera 28. a komkujiya Helebçeyê de em careke din lenetê li hemû hêzên qetlîamker tînin, li dijî zîhniyetên qetlîamker banga yekîtiyê li jinan û gelê xwe dikin. Em bang dikin ku her kes li dora gelê me yê li her derê li dijî komkujiyan li ber xwe dide, bicivin."