KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kaynartepeyê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin
Li taxa Kanyartepe ya navçeya Amed Rezanê, ji maşînên zirxî anons tê kirin ku derketina derve hatiye qedexekirin. -
Polîsên Tirk li Amedê 2 kes qetil kirin
Li navçeya Amed Rezanê, di şerê ji ber êrîşa polîsan a li hemberî ciwanan de duh bi şev 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Dêrikê 3 xebatkarên Şaredariyê hatin binçavkirin
3 xebatkarên Şaredariya Dêrikê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Li hember taxên Geverê êrîşên bi hewanan
Êrîşên qirkirinê yên li Geverê berdewam dikin, li hember taxan dest bi êrîşên hewanan kirin. -
Endama Meclîsa DBP’ê hat binçavkirin
Endama Meclîsa DBP’ê Firat Alpokmen hate binçavkirin. -
Di serdegirtina avahiya DBP’ê ya Agiriyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtina avahiya DBP’ê ya bajarê Agiriyê de 20 kes hatin binçavkirin. -
Nasnameya kesekî ji yên li Sûrê hatin înfazkirin eşkere bû
Ji nasnameya cenazeyên 8 kesên ku li Sûrê hatin qetilkirin yek eşkere bû. Hat diyarkirin ku ji 7 cenazeyan yek aîdî Mazkûm Karakoç e. -
Li Qamişloyê bi hezaran berxwedêrî Ocalan silav kir
Li Rojava li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Gelê ku azadiya Ocalan xwest, peyama “Ti kes nikare girêdana me ya bi Rêbertiya me re qut bikin” da. -
Polîsan bi ser avahiya DBP'a Bajêr de girtin
Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Agiriyê de girtin û li avahiyê lêgerînên polîsan didomin. -
Dundar li Serayê spartin axê
Cenazeyê ciwanê bi navê Harun Dundar (Rizgar Herekol) ê ku li Hezexê di êrîşên hêzên hikûmeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li Serayê hate defnkirin. -
Çeteyan êrîşî gundê Ebrê kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Ebrê yê başûrrojavayê Kobanê dikin. -
Li Nisêbînê teqînek dijwar pêk hat
Li Nisêbînê bi îlankirina ‘qedexeya kolanan’ re her ku diçe êrîş dijwar dibin, li taxên berxwedanê li ser hev teqînên dijwar pêk tên. -
Cizîr wê bi ruhê salên 90'î Newrozê pêşwazî bike
Navçeya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê 3 mehan li ber xwe da, ji bo pîrozbahiya Newroza wê 22'yê Adarê bê pîrozkirin bi serlêdanê gava yekem avêt. -
Polîsên li Amedê avêtin ser malan di malekê de kesek înfaz kirin
Hat ragihandin ku polîsan di serdegirtina malan a li navçeya Kayapinar a Amedê de kesek înfaz kirin û kesek jî birîndar kirin. -
Li qadên gerîla bomberdûmana hewayî û bejahî
Artêşa Tirk ji hewayî û bejahî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. -
Gelê Rojava ji bo azadiya Ocalan dimeşe
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kesên ji aliyên Kantona Cizîrê ya Rojava hatin Dirbêsiyê dest bi meşê kirin. -
Çelîk ê li Sûrê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Firat Çelîk ê li Sûrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hat qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Bernameya Newrozê ya li Mêrdînê diyar bû
Rêxistinên DBP û HDP ên Mêrdînê, bernameya Newrozê ya li Mêrdînê bi raya giştî re parve kir. Li gorî vê yekê, pîrozbahiyên li bajêr wê ji navçeya Stewrê destpê bikin û fînal jî wê li Qoserê were kirin. -
Gelo DAIŞ'ê li Tazexurmatu çeka kîmyewî bi kar anî?
Derket holê, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kerkûkê de, sê kesan ji ber gaza kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Ji Tevgera Azadî Bekir avakirina rêxistinbûyîneke hevpar a mîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşniyar kir. -
PDK a Rojava: Em ê nehêlin Ezaz û Cerablûs bikeve
Rêxistinbûyîna bi navê ENKS a bi PDK'ê ve girêdayî ye, bi dîmenan careke din piştrast bû ku bi çeteyên êrîşî Kurdan dikin re hevkariyê dike. -
Nexweşxane kirine cebilxane
Hêzên dewleta Tirk Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji xwe re kirine cebilxane. -
Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev gundên li herêma Qendîlê bombe kirin. Ji ber êrîşa hewayî, xisara madî li gundên Lewce û Bukrîskan bû. -
Di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de keça Hevserokê HDP'yî jiyana xwe ji dest da
Di qezaya trafîkê ya li Meletiyê de keça Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan jiyana xwe ji dest da. -
Omer: Pêwîste Helebçe weke jenosît were naskirin
Siyasetmedara Kurd di salvegera 28. de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bibîr anî û ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî bi serê Kurdan de neyê, banga hevgirtinê li tevahiya gelê Kurd kir. -
Cenazeyên 15 kesên li Sûrê hatin înfazkirin ji navçeyê hatin derxistin
Li navçeya Amed Sûrê, cenazeyên 15 kesên bi mîzansena 'şer qewimî' hatin înfazkirin, danê vê sibehê ji navçeyê hatin derxistin. Li gorî agahiyan, ku cenaze ji Elezîz û Meletiyê re hatine şandin.