Bernameya Newrozê ya li Mêrdînê diyar bû

Rêxistinên DBP û HDP ên Mêrdînê, bernameya Newrozê ya li Mêrdînê bi raya giştî re parve kir. Li gorî vê yekê, pîrozbahiyên li bajêr wê ji navçeya Stewrê destpê bikin û fînal jî wê li Qoserê were kirin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê, li avahiya DBP'ê ya Bajarê Mêrdînê civîneke çapemeniyê lidar xistin û bernameya Newroza îsal a li bajêr eşkere kirin. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan peyivî û diyar kir, pîrozbahiyên îsal ên li Mêrdînê wê li navçeya Stewê destpê bike.

Alkan bibîr xist, ku Newroz her tim banga jiyaneke nû ye û got, "Bi baweriya bi vê berxwedanê re em ê qadên Newrozê dagirin û bi vî rengî bersivê bidin hikûmeta AKP'ê. Em ê li wan qadan bersivê bidin polîtîkayên kirêt ên hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne."

Alkan banga tevlîbûnê li gel kir û bername eşkere kir:

16'ê Adarê: Stewr
18'ê Adarê: Mehser-Rişmil
19'ê Adarê: Midyat-Dêrik
20'ê Adarê: Kerboran-Şemrex
21'ê Adarê: Qoser