Cizîr wê bi ruhê salên 90'î Newrozê pêşwazî bike
Navçeya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê 3 mehan li ber xwe da, ji bo pîrozbahiya Newroza wê 22'yê Adarê bê pîrozkirin bi serlêdanê gava yekem avêt.
Navçeya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê 3 mehan li ber xwe da, ji bo pîrozbahiya Newroza wê 22'yê Adarê bê pîrozkirin bi serlêdanê gava yekem avêt.
Navçeya Cizîrê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê 3 mehan li ber xwe da, ji bo pîrozbahiya Newroza wê 22'yê Adarê bê pîrozkirin bi serlêdanê gava yekem avêt. Komîteya Amedekar a li benda bersivê ye diyar kir ku ew ji bo jiyandina bîranîna kesên ku hatine qetilkirin dest bi xebatên xwe kirine.
Welatiyên Cizîrê ku ligel êrîşên hêzên dewletê yên 89 rojan zarokên xwe yên herî qîmet winda bike jî mora xwe bi berxwedanekî dîrokî ve nivîsandin li aliyekî şîna zarokên xwe digirin li aliyê din jî ji bo Newrozê amadekariyê dikin. Ji bo Newroza wê 22'yê Adarê saet di 11.00'an de bê pîrozkirin Komîteya Amedekar hate avakirin û piştî civînên amadekariyê bi serlêdana fermî ve dest bi xebatên xwe kir.
Komîsyona Amedekar a Newrozê xwest ji bo pîrozbahiyê pêşiya avahiya HDP'ê, qada otagarê yan jî qara Çarkendalê xwest. Di çarçoveya serlêdanê de li benda serlêdanê ne, li aliyê din jî li bendê ne ku ji bilî welatiyên Cizîrê ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibe. Pîrozbahiya Newrozê ji şahiyekî wêdetir wê kesên di qatlîaman de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn.
Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kirin ku ew ê bi ruhê salên 1990'an Newrozê pêşwazî bikin, ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin wê bibe merasîmekî bi heybet.