Di serdegirtina avahiya DBP’ê ya Agiriyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtina avahiya DBP’ê ya bajarê Agiriyê de 20 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtina avahiya DBP’ê ya bajarê Agiriyê de 20 kes hatin binçavkirin.

Li Kurdistanê bi nêzbûna pîrozbahiyên Newrozê operasyonên qirkirina siyasî jî berfirehtir dibe. Li Agiriyê polîsan bi ser avahiya bajêr a DBP'a Agiriyê de girtin û herî kêm 20 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê û hate diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir bibe. Hate ragihandin ku polîsan deriyê avahiyê şkandine û ketine hundir.

Navên kesên ku hatine binçavkirin ev in: Rêveberên rêxistina bajêr a DBP'a Agiriyê Nevzat Ayna, Tûran Çabûk, Semîh Kaya û Cengîz Araç, Alîkarê Hevşaredarê Agiriyê Halef Keklîk û endamên DBP'ê Mursel Yalçin, Îrfan Yildiz, Rojdan Erez, Ozlem Demîr, Fatma Arig, Mehmet Erçelîk, Cemal Akkural, Zeynep Mete, Hayrettîn Budak, Salîh Coşkun, Alî Çokel, Guner Alptekîn, Mehmet Akkuş, Cemil Oguz û welatiya bi navê Elîf a ku paşnava wê nehat zanîn.