Li Nisêbînê teqînek dijwar pêk hat

Li Nisêbînê bi îlankirina ‘qedexeya kolanan’ re her ku diçe êrîş dijwar dibin, li taxên berxwedanê li ser hev teqînên dijwar pêk tên.

Ji şevê din ve ‘qedexeya kolanan’ hat îlankirin û şûn de êrîş dijwar dibin, li hember taxên berxwedanê yên Nisêbînê her ku diçe êrîş dijwartir dibin. Di çarçoveya êrîşan de gel û hêzên YPS û YPS-Jin ketin berxwedanê. Li ser taxan êrîşên bi topan berdewam dikin, tankên bi palet di ketin û derketina taxan de diçin û tên, ji taxan dengên çekên giran bilind dibin.

Li taxan di saetên sibehê heta niha bê navber dengê teqînên dijwar tên, dûman ji taxan bilind dibin. Piştî teqînan li derdora otogarê ambûlans hatin sewqkirin. Têkildarî teqînê hê ti agahiyên zelal nehatine girtin, êrîşên li hember taxan hê jî berdewam dikin.

BI SER MALAN DE DIGIRIN

Hat ragihandin ku li Taxa Yenîşehîrê yên ku sivîl lê dijîn, tevî xendek û bend lê tinene jî, elektirîk û avê qut dikin, polîsên tîmên taybet bi hinceta ‘Endamên rêxistinê vedişêrin’ bi ser malan dedigirin.