Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev gundên li herêma Qendîlê bombe kirin. Ji ber êrîşa hewayî, xisara madî li gundên Lewce û Bukrîskan bû.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev gundên li herêma Qendîlê bombe kirin. Ji ber êrîşa hewayî, xisara madî li gundên Lewce û Bukrîskan bû.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di navbera 03:00-05:00 de êrîşî herêma Qendîlê kirin. Di bomberdûmanê de balafirên keşfê yên bêmirov jî hatin bikaranîn. Ji ber bomberdûmanê dîrek û qebloyên elektrîkê yên navbera gundên Lewce û Bukrîskanê zerar dîtin. Bomberdûmanê zerar li xwezayê jî kir. Ji ber xisara li dîrekên elektrîkê bû, gund niha bê elektrîk e.
Di vê êrîşa bombeyî ya du saetan bênavber dewam kir de, gundên Kalatuka û Suredê jî hatin bombekirin.
Balafirên şer ên Tirk beriya niha li heman herêmê bombe li gundên Zergelê, Lewce û Enzê jî barandibûn û gelek sivîl qetil kiribûn.
Heman piştî êrîşê nûçegihanên ANF'ê çûn cihê bûyerê û dîmenên zerara bomberdûmanê li xwezayê kiriye, kişandin. Ji ber bombeyan gelek dar şewitîn. Dehl û rezên gundiyan jî ji ber bomberdûmanê zerar dîtin.