Gelê Rojava ji bo azadiya Ocalan dimeşe
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kesên ji aliyên Kantona Cizîrê ya Rojava hatin Dirbêsiyê dest bi meşê kirin.

Bi hezaran welatiyên ji Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir û Zirgan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji tecrîda li ser Ocalan re na” li Çerxerêya Şehîd Arîn ya bajarê Dirbêsiyê kom bûn.
Di nava girseyê de rayedarên Rêveberiya Xweser, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl cih girtin.
Meşvanan bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmralî” berz kirin û tecrîd nalet kirin, her wiha pankartên“Bijî Berxwedana Rêber APO” vekirin, bi coşeke mezin dest bi meşê kirin. Tê payîn ku meşa ji aliyê Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) ve hatiye organîzekirin li ber konê ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve gelekî dijwar bûye. Hikûmeta AKP’ê rê nade ku malbat, Heyet û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin.