Çelîk ê li Sûrê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Firat Çelîk ê li Sûrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hat qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Firat Çelîk (Xebat Andok) ê 25 salî, ku yek ji 8 kesên piştî daxuyaniya 'operasyon qediya' ya rayedarên dewletê li Sûrê hat înfazkirin, cenazeyê wî li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê hat veşartin. Bi hezaran kesên tevlî merasîmê bûn wêneyên Çelîk hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Ciwan berê xwe bidin eniyê, bersivê bidin" qîriyan.

Welatiyên ku di rê de derbas dibûn jî piştgirî dan girseyê. Piştî ku li hewşa goristanê wecîbeyên olî hatin bicihanîn, cenazeyê Çelîk hat veşartin û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin. 

Dayika Çelîk piştî veşartina cenazeyê kurê xwe axivî û got, "Firatê min tu bi xêr hatî. Zavayê Kurdistanê tu bi xêr hatî. Ez ê negirîm. Ez ê dilê kûçikên ku kurê min qetil kirin rehet nekim. Kurê min ser bilind e."

Birayê Çelîk, Oktay Çelîk jî anî ziman ku berpirsyarê hemû qatlîaman Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e û destnîşan kir ku Kurd wê bi berxwedanê teqez bi ser kevin.

Yên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, piştre ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Dercimtê ya li Bayramoglû.