Gelo DAIŞ'ê li Tazexurmatu çeka kîmyewî bi kar anî?
Derket holê, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kerkûkê de, sê kesan ji ber gaza kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Ji Tevgera Azadî Bekir avakirina rêxistinbûyîneke hevpar a mîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşniyar kir.
DÎREN ROJ
KERKÛK
duşem, 14 adarê 2016, 12:12
Li Tazexurmatu ya ser bi wîlayeta Kerkûkê, ku tê gotin çeteyên DAIŞ'ê di êrîşa xwe ya 8'ê Adarê de çekên kîmyewî bi kar aniye, hejmara mirovên ji ber gaza kîmyewî jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibin.
Hevserokê Rêxistina Tevgera Azadî ya li Kerkûkê Newzat Bekir got, "Bandora gaza kîmyewî ya çeteyên DAIŞ'ê bi kar anîne, roj bi roj li mirovên cuda der dibe. Heta niha sê kesan ji ber gazê jiyana xwe ji dest dane. Eger tedbîr neyê girtin dibe ku encamên xerabtir derkevin holê."
PÊŞNIYARA 'HÊZA PARASTINÊ YA HEVPAR'
Bekir got, "Kerkûk û derdora wê bi gefa DAIŞ'ê re rû bi rû ye. Ji bo careke din êrîşeke bi vî rengî heyê kirin, girîng e hêzeke parastinê ya hevpar bê avakirin. Di nava vê hêza hevpar a were avakirin de divê hemû cihêrengî hebin" û wiha dewam kir: "Bi taybetî li bajarekî mîna Kerkûkê yê xwedî cihêrengiya etnîkî û olî, jiyaneke hevpar û aram ancax bi hêzeke mîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikare pêk were. Di vî warî de girîng e her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Eger bi vî rengî be, pêşî li êrîşên wiha dikare bê girtin."
Bekir bal kişand ser xeteriya radyasyonê ya gaza hatiye bikaranîn û got, "Ji ber ku di ser êrîşê re hefteyek derbas bûye, lê hejmara mirovên ji ber gazê nexweş dikevin roj bi roj zêde dibe."
JI IRAQ, HIKÛMETA BAŞÛR Û NY RE: WEZÎFEYA XWE BI CIH BÎNIN
Bekir diyar kir, li hemberî rêxistineke mîna DAIŞ'ê a ji mirovahiyê bêpar e, tevî Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek derdor bêdeng in û anî ziman, ji bo pêşîgirtina li van êrîşan berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Hevserokê Tevgera Azadî ya Kerkûkê Newzat Bekir got, "Hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî tiştek nekirin. Ev êrîş dikare li gelemperiya Kerkûk û Iraqê bê kirin. Di vî warî de weke Tevgera Azadî me pêşniyar kir ku tevî hemû komên etnîkî, pêşmerge û gerîla hêzeke parastinê ya hevpar bê avakirin. Em li Rojavayê Kurdistanê dît bê avakirina hêzeke mîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo jiyaneke bi hev re û hevgirtî ya gelan çiqasî girîng e. Aramî û jiyaneke hevpar li bajarekî mîna Kerkûkê yê pirreng, bi vî rengî pêkan e. Der barê vê de divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin."