Li Qamişloyê bi hezaran berxwedêrî Ocalan silav kir

Li Rojava li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Gelê ku azadiya Ocalan xwest, peyama “Ti kes nikare girêdana me ya bi Rêbertiya me re qut bikin” da.

Li Rojava li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Gelê ku azadiya Ocalan xwest, peyama “Ti kes nikare girêdana me ya bi Rêbertiya me re qut bikin” da.

Li bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve tevî barana dijwar meşek hat organîzekirin.

Piştî ku meş gihişt Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ya li Taxa Xerbî, deqeyek rêz hat girtin. Li vir axaftin hatin kirin, Hevserokê Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo Feyrûşah Remezan di axaftina xwe de tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û got: “Îro di bin baranê de gelê Rojava berxwedaniyê dike. Em wan silav dikin. Hikûmeta Tirk nahêle ku parêzerên Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Ew bi vê yekê dixwaze vîna gelê Kurd bide şkandin, lê ew nikarin tiştekî bi ser bixin. Ramanên Ocalan di hiş û dilê her kesekî Kurd de zindî ye.”

Ji rêveberên Kongreya Star Henîfa Mihemed got: “Ramanên Ocalan rê vekir ku jin ji qeydên koledariyê rizgar bibe. Dîwarên Îmraliyê nikarin navbera me û Rêberê me qut bikin. Ew her tim di dil û mêjiyê me de ye.”

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Bajarê Qamişlo Zinarîn Qamişlo bal kişand ser kiryarên hikûmeta AKP’ê yên li dijî vîna gelê Kurd û ev yek bi tundî red kir.

Di dawiya meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.