Dundar li Serayê spartin axê
Cenazeyê ciwanê bi navê Harun Dundar (Rizgar Herekol) ê ku li Hezexê di êrîşên hêzên hikûmeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li Serayê hate defnkirin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Harun Dundar (Rizgar Herekol) ê ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê di êrîşên hêzên hikûmeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Gurcibk a navçeya Serayê ya Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate defnkirin. Cenazeyê Dundar li gundê Mollahasan a navçeya Qelqeliyê hate pêşwazîkirin û ji wir bi konvoya wesayîtan anîn Taxa Gurcibk a Serayê. Girseyê, cenazeyê Dundar di ketina taxê de girtin ser milan û bi dirûşman heta goristana taxê meşiyan. Cenazeyê Dundar piştî wecîbeyên olî spartin axê.
Piştî defnkirinê, Hevseroka MEYADER'ê Nerîman Ûrar axivî û diyar kir ku bi fermanên hikûmeta AKP'ê heta niha bi sedan kes hatine qetilkirin.
Piştî merasîma cenazeyê malbetê sersaxiyan qebûl kir.