Nexweşxane kirine cebilxane
Hêzên dewleta Tirk Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji xwe re kirine cebilxane.
Hêzên dewleta Tirk Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji xwe re kirine cebilxane.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku "qedexeya derketina derve" lê hatiye ragihandin, Nexweşxaneya Dewletê veguheriye biryargeha leşkerî. Nexweşên hînê tedawiya wan neqediya bûn jî, berî du rojan bi lez û bez ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Li derdor û hewşa nexweşxaneyê maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û kobra hatine bicihkirin. Her wiha ji Wan, Agirî, Bedlîs û Çewikê gelek ambûlans, ekîbên servîsa lezgîn û ekîbên parastina sivîl sewqî vê derê hatin kirin.
GEF LI XEBATKARÊN NEXWEŞXANEYÊ TÊ XWARIN
Dewleta Tirk ku yekane nexweşxaneya cemaweriyê ya li navçeyê kiriye cebilxane, ji GATA'yê 4 doktorên pispor û ji bajarên cuda çend doktorên pispor aniye. Yekîneyên leşkerî yên bi çekan li nava nexweşxaneyê digerin, gefê li xebatkarên nexweşxaneyê dixwin.
Hêzên dewletê gelek çek û cebilxane anîn nexweşxaneyê û li vê derê depoyek ji cebilxaneyan çêkirin.