Ji navçeya Amed Sûrê, cenazeyên 15 kesên hatin înfazkirin, hatin derxistin. Wesayîtên rakirina cenazeyan saet di 05:00 de ketin nava Sûrê û cenaze ji navçeyê derxistin. Li gorî agahiyan 15 cenaze rakirina Saziyên Tipa Edlî yên li Elezîz û Meletiyê.
Ev cenaze yê 8 kesên piştî daxuyaniya rayedarên AKP'ê ya digotin "operasyon qediya ye" pêr bi mîzansena "şer qewimiye" hatin qetilkirin û 7 kesên li odeya xaniyekî hilweşandî asê mabûn ên duh hatin înfazkirin e.
Piştî ku rayedarên desthilatdariya AKP'ê gotin, "Li Sûrê operasyon qediya ye", ev 3 roj in li ser hev 23 kes hatine qetilkirin.