KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin
Li Şirnexê, "qedexeya derketina devre" ku bi rojane amadekariya wê tê kirin, saet di 23:00 ê îşev destpê dike. -
Li Nisêbînê heta danê sibehê top li taxan hatin barandin
Li Nisêbînê, ku êrîşên dewletê careke din lê destpê kirin, ji ser rêya Îpekê top li taxan hatin barandin. Topbaranê heta danê sibehê dewam kir. -
Artêşa Tirk topên hawanê avêt malên gundê Şitazinê
Artêşa Tirk topên hawanê li gundê Şitazin ê li herêma Oremar a Geverê barand. Ji ber bomberdûmanê xisar li malan çêbû û gundî ji neçarî şeva xwe li derve derbas kirin. -
'Gelê me wê hesab ji qetlîamkeran bipirse'
Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Kendal Heqî destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi berxwedana xwe ya rêxistinbûyî re hesabê hemû sûcên hatine kirin ji dewleta Tirk bipirse. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk, îro saet di navbera 03:30-05:00 de bombe li gundên Qendîlê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Li Geverê bi topên hewanê êrîşî taxan dikin
Li Geverê ji destpêka qedexeyê re bi kêliyan bimîne li hemberî taxan bi topên hewanê êrîş destpê kir. -
Li Nisêbînê wesayîtên zirxî gule li gel reşandin: 3 kes birîndar bûn
Li Nisêbînê ya ku çend saet ji îlankirina ‘qedexeya kolanan’ re mayî, wesayîtên zirxî yên li navenda sûkê gule li gel reşandin. Di êrîşê de 3 kes bi giranî birîndar bûn. -
Li Nisêbînê tax tên gulereşandin
Li Nisêbînê di çarçoveya êrîşên qirkirinê de tax tên guleraşandin. -
Nasnameya kesekî li Sûrê hat qetilkirin hate zelalkirin
Piştî îdîaya ku 10’ê Adarê li navçeya Sûrê şer derket, ji 8 kesên ku hatibûn qetilkirin nasnameya yekî hat zelalkirin. -
‘Divê ENKS’e dest ji dijminahiyê berde’
Saziya Malbatên Şehîdan, êrîşên çeteyên girêdayî ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Maqsûdê şermezar kir. -
Nûçegîhanê Azadiya Welat Dere hat berdan
Nuçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Ferit Dere dema ji bo nûçeyê bişopîne çû navçeya Sûrê hat binçavkirin. Dere piştî li Edliyeya Amedê îfade da hat berdan. -
Şêxmeqsûd dîsa tê topbarandin
Komên çeteyan ên girêdayî qaşo muxalefeta Sûriyê û ENKS’ê dîsa Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dan ber topan. -
YPG: Komên çete yên êrîşî Hol û Çiyayê Kizwanan kirin hatin îmhakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hin nuqteyên kantonên Kobanê û Cizîrê kirine û ragihand, li herêmên Çiyayê Kizwanan û Holê 26 çete hatin kuştin. -
Li Stewrê agirê Newrozê gûr dibe
Li Taxa Soylû ya Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin. -
Li xeta sînorê Heftanînê çalakî: 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya li xeta sînorê Heftanînê de 2 leşker hatin kuştin. -
Dewleta Tirk 400 cerdevan anî Şirnexê
Dewleta Tirk a amadekariya êrîşê dike, 400 cerdevan ji Elkê anî Şirnexê. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Şehdadê jiyana xwe jidest daye, eşkere kir. -
Ji bo Sûrê banga lezgîn: Saet di 16:00 de bila her kes werin Navenda Dîcle Firatê
DBP, HDP, KJA û DEM-GENÇ’ê ji bo navçeya Sûrê ya ku êrîş lê didomin banga lezgîn kirin. Di bangê de wiha hat gotin: “Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku saet di 16.00’an de werin Navenda Çanda Dîcle Firatê.” -
TUHAD-FED’ê piştgirî da greva birçîbûnê ya girtiyan
TUHAD-FED'ê diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê. -
Komalên Ciwan damezrandina TŞYG silav kir
Kordînasyona Komalên Ciwan, bi daxuyaniyeke nivîskî damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) silav kir. -
Rêyên ji Şemzînan û Oremarê diçin Geverê hatin girtin
Piştî ku hate ragihandin îşev li Geverê "qedexeya derketina derve" destpê dike, rêyên ji Şemzînan, Bajergan û Oremarê diçin navçeyê, hatin girtin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê bang kir
Însiyatîfa Gel a Amedê, ji bo rakirina cenazeyên berxwedêrên li Sûrê jiyana xwe ji dest dane bang li gel kir, ku îro biherike Sûrê. -
DBP'ê li ser wehşeta li Cizîrê raporek amade kir
Di rapora çavdêriyê ya DBP'ê de hat ragihandin, ku li Cizîrê, jin zarok, extiyar û sivîl bi qasî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 80 ê navçeyê zerar dîtiye. Wehşeta li Cizîrê xal bi xal hat destnîşankirin. -
Li Geverê dewletê dest bi êrîşan kir: 4 kes birîndar bûn
Beriya "qedexeya derketina derve" destpê bike, hêzên dewletê bi hawanan êrîşî Taxa Kişla kirin. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn. -
Ji sivîlên birîndar ên li Sûrê agahî nayê wergirtin
Tevî ku rayedarên hikûmetê gotin 'operasyon qediya ye', êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûrê dewam dike. 3 jê birîndar ji 7 kesên li odeyekê asê man e, agahî nayê girtin.