Însiyatîfa Gel a Amedê bang kir

Însiyatîfa Gel a Amedê, ji bo rakirina cenazeyên berxwedêrên li Sûrê jiyana xwe ji dest dane bang li gel kir, ku îro biherike Sûrê.

Di daxuyaniya Însiyatîfê de hat ragihandin, berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê ku 105 roj in dewam dike, ji niha ve cihê xwe yê bi rûmet di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Însiyatîfê destnîşan kir, ku berxwedêrên li Sûrê berpirsyariyên xwe di asteke gelekî bilind de bi cih anîne û hat gotin, tola wan wê qat bi qat bê hilanîn.

Însiyatîfê bang li gelê Amedê kir, ji bor akirina cenazeyên 20 berxwedêrên li Sûrê man e, dest bi çalakiyan bike.

Însiyatîfê her wiha xwest, sibe li Amedê jiyan bê sekinandin û got, "Divê esnaf dikanên xwe venekin, ajokar wesayîtên xwe nexebitînin, xwendekar neçin dibistanan, karker neçin kar, her kes tevlî çalakiyan bibin. Pêwîste her devera Amedê veguhere qadeke berxwedanê ya mîna Sûrê. Girîng e li her derê bend bê danîn, li her kolan û taxan çalakî bên lidarxistin. Bi pêşengiya jin û ciwanan divê gelê Amedê biherike kolanan."