Li Nisêbînê heta danê sibehê top li taxan hatin barandin

Li Nisêbînê, ku êrîşên dewletê careke din lê destpê kirin, ji ser rêya Îpekê top li taxan hatin barandin. Topbaranê heta danê sibehê dewam kir.

Li Nisêbînê, piştî ku "qedexeya derketina derve" ji saet 00:00 û pê ve ket meriyetê, êrîş dijwar bûn.

Bi destpêkirina qedexeyê re rêya Îpekê li çûn û hatinê hat girtin.

Piştre tankên artêşa Tirk berê xwe dan taxên berxwedanê û dest bi êrîşêk irin.

Tankên li ser rêya Îpekê, heta danê sibehê top avêtin taxa Firatê.

Ji ber topbaranê, malên bi qasî 2 kîlometre dûrî cihê bûyerê hejiyan.

Hêzên dewletê her wiha gule li taxan reşandin. Li hin cihan dengê teqînên dijwar hatin.

Hêzên YPS û YPS Jin jî bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrîşan.

Êrîşên li hemberî taxan dewam dikin.