Li Nisêbînê wesayîtên zirxî gule li gel reşandin: 3 kes birîndar bûn

Li Nisêbînê ya ku çend saet ji îlankirina ‘qedexeya kolanan’ re mayî, wesayîtên zirxî yên li navenda sûkê gule li gel reşandin. Di êrîşê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Li Nisêbînê ya ku wê ji nivê şevê û pê de ‘qedexeya kolanan’ bê îlankirin, çend saet beriya îlankirinê wesayîtên zirxî ya li sêriyanê ya navenda sûkê gule li gel reşandin. Di êrîşê de Adem Çetîn û navê 2 kesên ku nehatin zanîn bi giranî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku navê her 2 kesên ku nehatin zanîn, piştî mudaxeleya destpêkê sewqî Amedê kirin.