Nûçegîhanê Azadiya Welat Dere hat berdan

Nuçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Ferit Dere dema ji bo nûçeyê bişopîne çû navçeya Sûrê hat binçavkirin. Dere piştî li Edliyeya Amedê îfade da hat berdan.

Nuçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Ferit Dere dema ji bo nûçeyê bişopîne çû navçeya Sûrê hat binçavkirin. Dere piştî li Edliyeya Amedê îfade da hat berdan. 
Qedexeya li navçeya Sûrê di roja 103'an de didome. Piştî qedexe li ser Taxeke Sûrê rabû nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Ferîd Dere xwest biçe geşedanên li taxê bişopîne û derbasî Sûrê bû. Nûçegîhanê Azadiya Welat Ferit Dere, dema di deriyê Rihayê re derbasî Sûrê bû ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û di kontrola GBT'ê re derbas kirin. Polîsan piştî li nasnameya Dere nerîn Dere binçav kirin. Hat zanîn ku dere ji ber îfadeyekê hatiye binçavkirin. Dere piştî li Edliyeya Amedê îfade da serbest hat berdan.