Komalên Ciwan damezrandina TŞYG silav kir
Kordînasyona Komalên Ciwan, bi daxuyaniyeke nivîskî damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) silav kir.
Kordînasyona Komalên Ciwan, bi daxuyaniyeke nivîskî damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) silav kir.
Di daxuyaniya kordînasyonê de hat ragihandin, faşîzma AKP'ê bi şerê xwe yên li hemberî gelan re hemû beşên civakê li hemberî xwe rakiriye û hat destnîşankirin, ku daxwaza azadî, demokrasî û wekheviyê ya gelan bi zexteke giran re rû bi rû ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kurdistanê sivîl bi awayekî komî û li Tirkiyeyê jî şoreşger tên qetlkirin. Hewldanên bêdengkirin û melisandina raya giştî ya Tirkiyeyê, derfetê dide çeteya paşverû ya AKP'ê ku van polîtîkayên xwe yên kirêt bixe meriyetê. Ev polîtîkaya qetlîamker û li hember hev rakirina gelan, herî zêde di nava şert û mercên ku derfet ji bo têkoşîna rêxistinbûyî ya hevgirtî ya gelan tineye de, tê kirin. Ji ber ku jiyana bi hev re û wekhev a gelan, hem zemînê ji pêkanîna demokrasiyê re diafirîne, hem jî rewşeke parastinê ya gelan e li hemberî êrîşan. Kengî têkoşîna rêxistinbûyî û yekbûyî ya gelan derket holê, hingî pêkanînên dijminatî û şerê navbera gelan ji holê radibe. Me ev rastî di dîroka xwe ya nêz û li ser erdnîgariya xwe dît. Berxwedana Kobanê ku qat bi qat ji berxwedana Stalîngradê mezintir bû û şerê rûmetê yê mirovahiyê lê hat meşandin, nîşaneya vê rastiyê ye."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Çeteyên DAIŞ'ê ku rewşa bi rî û maske ya çeteyên DAIŞ'ê ye, li Kobanê êrîşên gelekî berfireh birin ser şoreşa gelan a bi pêşengiya civaka Kurd. Ev rastiya şoreşê, bi berxwedaneke dîrokî ya bi mehan bi ser ket. Ev berxwedan bûye îspata herî mezin û perspektîfa herî zelal, ku nîşan dide, bi berxwedana hevpar a gelan re dijminên gel dikarin werin têkbirin. Rastiya di berxwedana Kobanê de derket holê nîşanî me da, ku faşîzm bi şer re dikare were têk birin û bi hevgirtina gelan re ev şer dikare were bi ser xistin. Lewma ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê yên di nava têkoşîna gelan de cih girtin û li cem ciwanên Kurdistanê şer kirin, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Sekna şoreşgerî ya ji Orhan Yilmazkayayan hat wergirtin, bi Ş. Paramazan û Kader Ortakkayayan re gihaşt astekeke bilind. Û çalakiyên xwedîderketina li keleha berxwedanê Kobanê ya ciwanên SGDF'yî, ku li dijî faşîzma AKP'ê rabûn, her çend berdêleke mezin derxist holê jî, di şerê azadiyê de berpirsyarî û wezîfeyên me gelan zêdetir kirin û bûn yek ji sedemên mezinkirina berxwedanê. Lewma em damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan a hêza xwe ji vê berxwedan û hevgirtina gelan digire, xwe bi vê perspektîfê re bi rêxistin dike, çeteyên DAIŞ'ê diqehirîne û çeteyên AKP'ê wê biqehirîne, weke Komalên Ciwan em silav dikin.
Berxwedana bi pêşengiya ciwanan a bi berxwedana Kobanê re xurt bû û mora xwe danî binê serketinên dîrokî, îro gihaştiye asteke girîngtir. Ev yek berpirsyariyên girantir dide me rêxistinên ciwanan. Ji ber ku em nabêjin em ê şoreşê bi hev re pêk bînin; ji xwe em di nava pêvajoya şoreşê de ne, berpirsyariya me ew e ku em bi hev re şoreşê bi ser bixînin û diyarî gelan bikin. Di vê çarçoveyê de çawa ku ciwanan pêşengî ji hemû şoreşan re kirin, em bang li hemû jinên ciwan, ciwanên şoreşger, komunîst, demokrat, welatparêz, Apoyî, sosyalîst, oldar, mûxalîf, kedkar û xwendekar dikin ku cihê xwe di nava refên TŞYG de bigirin. Cihê têkoşîn û şer ê ciwanên dilsozê bi nirxên mirovahiyê bi gel, civak, welat û azadiya xwe re, tevgera şoreşger TŞYG ye. Lewma rêbaza çalakiyê ya vê demê ew e ku ciwanên şoreşger, têkoşîna şoreşê ya li Kurdistanê bigihînin hemû metropolên Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de viê ciwanên şoreşger bi çalakiyên xwe re rêxistina şoreşger a gelan silav bikin, li dijî faşîzmê xeta çalakiyan a radîkal ava bikin û vê çirûskê bikin agirekî geş."