Nasnameya kesekî li Sûrê hat qetilkirin hate zelalkirin
Piştî îdîaya ku 10’ê Adarê li navçeya Sûrê şer derket, ji 8 kesên ku hatibûn qetilkirin nasnameya yekî hat zelalkirin.
Piştî îdîaya ku 10’ê Adarê li navçeya Sûrê şer derket, ji 8 kesên ku hatibûn qetilkirin nasnameya yekî hat zelalkirin.
Hate diyarkirin ku yê nasnameya wî hatiye zelalkirin Firat Çelîk e, hate ragihandin ku wê Çelîk sibehê li Goristana Yenîkoyê bê defnkirin.
Piştî daxuyaniyên wek li navçeya Sûr a Amedê “operasyon bi dawî bûn” , hate gotin ku 10’ê Adarê “şer derket” û 8 kes hatin qetilkirin. Cenazeyê 8 kesên hatine qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ji 8 cenazeyên rakirin nexweşxaneyê nasnameya yekî zelal bû.
Hate hînbûn ku cenazeyê ji aliyê malbatê hatiye teşxîskirin yê Firat Çelîk (25) ê ji Pasûrê ye. Cenazeyê Çelîk ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê.
Çelîk wê sibehê bi merasîmekê ve li Goristana Yenîkoyê bê defnkirin.