Rêyên ji Şemzînan û Oremarê diçin Geverê hatin girtin

Piştî ku hate ragihandin îşev li Geverê "qedexeya derketina derve" destpê dike, rêyên ji Şemzînan, Bajergan û Oremarê diçin navçeyê, hatin girtin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, piştî daxuyaniya "qedexeya derketina derve" ya ku îşev saet di 22.00'an de destpê dike, êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Piştî îlana qedexeyê zêdetirî 100 maşînên zirxî ji aliyê Wanê ve hatin navçeyê û çûn Fermandariya Tumenê ya Navçeyê û Tabûra Efelerê. Her wiha, rêyên ji Şemzînan, Bajergan û Oremarê diçin navçeyê, hatin girtin.