‘Divê ENKS’e dest ji dijminahiyê berde’
Saziya Malbatên Şehîdan, êrîşên çeteyên girêdayî ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Maqsûdê şermezar kir.
Saziya Malbatên Şehîdan, êrîşên çeteyên girêdayî ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Maqsûdê şermezar kir.
Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê bi daxuyaniyê beşdarbûna partiyên di nava ENKS’ê de di êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûda Helebê şermezar kir û destnîşan kirin ku yên destê wan di rijandina xwîna sivîlan de hebe, wê bersiva wan tund be. Daxuyanî li ber saziya malbatên Şehîdan a Hesekê ya li Taxa Miftî bi beşdarbûna dehan endamên saziyan ve, ji aliyê Aldar Fatimê ve hate xwendin.
Fatimê wiha destpê kir: “Em wekî Saziya Malbatên Şehîdan ên Hesekê îxaneta ku ENKS’ê bi beşdariya komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam dikin şermezar dikin. Êrîşên wan bi piştigiriya dewleta Tirkiyê ya DAIŞ’yî pêk tê. Bi çekên giran Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran dikin. Di êrîşên xwe de çekên di qadên navnetewî de hatine qedexekirin bi kar tînin û hemû qanûnên navneteweyî û exlaqî paşguh kirin. Di encama êrîşa wan de heta niha bi dehan welatiyên sivîl hatine qetilkirin.”
Fatimê wiha dom kir: “Ji ber vê yekê em ji ENKS’ê ku idîaya Kurdayetiyê dike, dixwazin ku dûrî dewleta Tirkiyê û siyasetên wan ên hovane herin. Xwe ji Itîlafa Erebistana Siûdiyê û Tirkiyeya Terorist vekişîne. Yan jî wê bersiva me ya li beranberî îxaneta çeteyên ENKS’ê giran be. Em rehmê li wan nakin. Em ê wekî çawa em şerê çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusra dikin em ê şerê wan bikin. Em ê tola her nuqteya xwîna ku li ser xaka Rojava hate rijandin bistînin.”
Piştî xwednina daxuyaniyê bi dawî bû beşdarvanan bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û QSD’ê re berz kirin. Her wiha dirûşmeyên îxaneta ENKS’ê lenet dikin berz kirin.