Artêşa Tirk topên hawanê avêt malên gundê Şitazinê

Artêşa Tirk topên hawanê li gundê Şitazin ê li herêma Oremar a Geverê barand. Ji ber bomberdûmanê xisar li malan çêbû û gundî ji neçarî şeva xwe li derve derbas kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku ji duh bi şev saet 22:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin, qereqola Rahmo topên hawanê li gundê Şitazin ê li herêma Orebarê barand.

Gundiyan têkildarî bomberdûmana saet di 00:00 de hat kirin agahî dan û anî ziman, ku xisareke mezin li xaniyên wan bûne û dîwarê xaniyan derizîne.

Gundiyan diyar kirin, bi şensê tiştek bi kesî nehatiye, lê belê ji bo xwe ji bomberdûmanê biparêzin, ew ji neçarî weke komeke ji 50 kesan çûne çiyê û şeva xwe li wir derbas kirine.