BI DÎMEN

'Gelê me wê hesab ji qetlîamkeran bipirse'

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Kendal Heqî destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi berxwedana xwe ya rêxistinbûyî re hesabê hemû sûcên hatine kirin ji dewleta Tirk bipirse.

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Kendal Heqî destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi berxwedana xwe ya rêxistinbûyî re hesabê hemû sûcên hatine kirin ji dewleta Tirk bipirse.

Heqî di axaftina xwe ya ji bo ajansa me de bibîr xist, ku gelan ti carî nexwestine li hemberî hev şer bikin û her tim bi hev re di nava piştgiriyê de jiyane.

PÊWÎSTIYA GELAN BI DEWLETAN NÎNE

Heqî ragihand, ku mînaka herî bedew a vê rastiyê, li erdnîgariya Kurdistanê hatiye jiyîn û got, "Çand, netewe û baweriyên cuda, bi hezaran salan bi hev re jiyane. Lewma pêwîstiya gelan bi dewletan nîne. Berevajî, pêwîstiya dewletan bi civakan û gelan heye. Berî ku dewlet derkeve holê, civak û gelan bi hezaran salan bi rengekî ku hurmetê nîşanî ziman û çandên hev bidin jiyan e. Sîstema serdest a dewletparêz jî, gel û çandên wan hedef digire. Ji bo sîstema xwe ya serdest ava bike, bi modela netewe dewletê re, bi zîhniyeta tekparêziyê re êrîşî nirxên civakî kiriye. Polîtîkayeke welê meşandiye ku gel, ol, mezheb û çandan bike dijminê hev. Weke êrîşeke li hemberî nasnameya civakî vê yekê rê li ber hilweşîneke mezin vekiriye. Ya ku îro li Rojhilata Navîn diqewime ev e. Ya ku di sala 1988'an de li Helebçeyê qewimî, di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo qewimî ev bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ji bo vê zîhniyet û komkujiyan ji holê rake, ji bo hemû gel bi hev re di nava aştiyê de bijîn û ji bo avakirina neteweya demokratîk têdikoşe."

NETEWEYA DEMOKRATÎK JEHRKUJA ZÎHNIYETA TEKPARÊZIYÊ YE

Heqî bal kişand ser girîngiya dijderketina li feraseta ol a dewletê û got, "Îro bi berxwedanên xwerêveberiyê re li dijî zîhniyeta yek netewe ya dewletê helwestek hatiye nîşandan. Vî şerê berxwedanê, bi heman e hêzeke bi bandor a mezin afirandiye. Di serî de gelê Cizîr, Sûr, Botan û Amedê, bi berxwedana xwerêveberiyê re hîmê zîhniyet û civakeke nû bi xurtî danîne. Neteweya demokratîk jerhkuja zîhniyeta tekparêz e"

BERXWEDAN JIYAN E

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Kendal Heqî bibîr xist, ku rejîma AKP'ê di berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê de bi hovane êrîşî gel kiriye û destnîşankir, ku dewleta Tirk tehemûlî daxwazeke biçûk a demokratîk nekiriye, lewma êrîş kiriye.

Heqî da xuyakirin, ku di van êrîşan de zarok, jin, extiyar, mirovên astengdar hatine qetilkirin û got, "Dêr, mizgeft, berhemên dîrokî ji aliyê JÎTEM a AKP'ê ve hatine xerakirin, hilweşandin. Ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên li dijî nirxên mirovahiyê ne. Tevî vê yekê jî berxwedan nehatiye şikandin. Gelê Kurd li hemberî tank û topan li ber xwe dide. Ev êrîşên li hemberî gel, ev sûcên şer û mirovahiyê wê ji sedî sed bên darizandin. Û hesab wê were pirsîn. Ez careke din berxwedana zexm a gelê me di xwerêveberiyan de nîşan da, silav dikim. Bi gotina hevalê Mazlûm Dogan dibêjim 'Berxwedan Jiyan e'. Welatên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe van komkujî û berxwedanan nabînin. Em ne bawerin ku Ewropa vê darizandinê bike. Gelê me bi berxwedana xwe ya rêxistinbûyî re wê hesab ji qetlîamkeran bipirse."

...