Dewleta Tirk 400 cerdevan anî Şirnexê
Dewleta Tirk a amadekariya êrîşê dike, 400 cerdevan ji Elkê anî Şirnexê.
Dewleta Tirk a amadekariya êrîşê dike, 400 cerdevan ji Elkê anî Şirnexê.
Tevî ku hînê "qedexeya derketina derve" li Şirnexê bi awayekî fermî nehatiye ragihandin jî, bi rojane dewleta Tirk amadekariya êrîşan dikin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk ji bo cerdevanên li Qilaban û Elkê tevlî van operasyonên xwe yên li hemberî gelê Kurd ê li Şirnexê bike, hevdîtin kiriye û di encamê de 400 cerdevan ji gundê Çeman ê Elkê aniye Şirnexê.
Tê gotin, sercerdevan Tahîr Adiyaman û biraziyê wî sercerdevan Mehmet Adiyaman, bi rojan e zextê li cerdevanan dikin ku tevlî operasyonan bibin.
400 cerdevanên operasyonê bibin anîn nava bajêr. Hat ragihandin, cerdevanên li navçeya Elkê jî nexwestine tevlî operasyonê bibin, lewma wê bi tenê sercerdevan tevlî operasyonê bibin.