TUHAD-FED’ê piştgirî da greva birçîbûnê ya girtiyan

TUHAD-FED'ê diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê.

Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) encamnameya civîna xwe a meclîsê li Navenda Çandê ya Cigrexwîn eşkere kir.

Rêvebara TUHAD-FED'ê Salîha Bakir encamname xwend û diyar kir, hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên qirkirin û qetlîamê nêzî bajarên Kurdistanê dibe. 

Bakir bilêv kir ku li girtîgehan êrîşên hovane hene û wiha dewam kir: "AKP'ê girtîgeh kiriye qadên şer. Bi sedan girtiyên nexweş tevî ku rastiya wan li holê ye jî bi nêzîkatiyeke dijminatiyê li dijî girtiyên siyasî yên kurd konsepta şer hatiye ferzkirin. Di sirgûn û sewqên dawî de îşkenceyên ku tên kirin îzaha wan tineye. Li ser girtiyan faşîzma 12'ê Îlonê tê ferzkirin."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GREVÊ'

Bakir banga "deng bidin girtiyan" li rêxistinên civakî yên sivîl kir û got: "Em bang li darazê dikin ku kiryarên îşkenceyan bên cezakirin. Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo naskirina daxwaza xwerêveberiyan dane destpêkirin."