Ji sivîlên birîndar ên li Sûrê agahî nayê wergirtin
Tevî ku rayedarên hikûmetê gotin 'operasyon qediya ye', êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûrê dewam dike. 3 jê birîndar ji 7 kesên li odeyekê asê man e, agahî nayê girtin.
Tevî ku rayedarên hikûmetê gotin 'operasyon qediya ye', êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûrê dewam dike. 3 jê birîndar ji 7 kesên li odeyekê asê man e, agahî nayê girtin.
Ji 7 kesên li odeyeke xaniyekî hilweşandî asê man e Cuneyt Aydemîş ji bavê xwe Kemal Aydemîş re ragihand ku bi kepçeyan re xanî li ser wan hatiye rûxandin û got, "Li me helal bikin."
3 jê birîndar ji 7 kesên li odeyeke xaniyekî hilweşandî yê Sûrê asê man e û bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, ev çend saet in agahî nayê wergirtin. Dilber Bozkûrt ku yek ji van 7 kesan e bi rêya telefonê gotibû, "Eger îro jî kepçe bixebitin, em ê di binê xirbe de bimînin. Dibe ku bi tenê 5 deqeyên me ma bin." Li ser vê yekê parlamenterên HDP'yî dest bi hevdîtinan kirin. Bozkûrt herî dawî saet di 09:40 de bi rêya telefonê xwe gihand Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û piştî ku navên kesên li odeyê asê man e da got, "Eger tiştek bi me were, bizanibin ku em hatine înfazkirin."
FIKARA ÎNFAZÊ
Bi rayedarên dewletê de heta niha gelek hevdîtin hatin kirin, lê ji bo derxistina sivîlên asê man e, ti gaveke erênî nehatiye avêtin. Fikar hene ku sivîlên asê man e hatibin qetilkirin.
MALBAT HATIN NAVENDA ÇANDÊ YA DÎCLE FIRATÊ
Li aliyê din, malbatên ciwanên di roja 103. de di binê xirbeyekî li Sûrê de man e, hatin Navenda Çandê ya Dîcle Firatê.
Bav Kemal Aydemîş diyar kir ku berî 2 saetan ew bi kurê xwe Cuneyt Aydemîş re axiviye û da xuyakirin, ku kurê wî jê re ragihandiye, ew bi 7 kesan re li banyoyekê asê man e û kepçe cihê ew lê ne xera dike. Bav Aydemîş anî ziman ku kurê wî herî dawî jê re gotiye 'li me helal bikin' û telefon hatiye girtin. Bav Kemal Aydemîş got, "Ez ne tenê ji bo kurê xwe dibêjim. Ji bo hemû ciwanên me bila gelê me were. Em ciwanên xwe çi mirî çi bi saxî ji wir derxînin."
Ciwanên ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn gotin, gelek cenaze li cihê ew lê ne, hene.