KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRD'ê ji bo Agir Banê mesajek weşand
Kordînasyona YRD'ê ji bo kedkarê çapemeniyê Amanj Resûlî (Agir Banê) yê di 11'ê Adarê de li Şengalê jiyana xwe ji dest da peyameke nivîskî weşand. -
Li Nisêbîn û Geverê 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin.
Plana komkujiyê ya AKP'ê, ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala lê mikur hatibû, gav bi gav li Nisêbîn û Geverê dikeve meriyetê. Li her du navçeyan derketina derve hat qedexekirin. -
Terora polîsên Tirk a li Cizîrê dewam dike
Li Cizîrê, ku 'qedexeya derketina derve' bi rojê hatiye rakirin, polîsên Tirk li naverastê li jin û ciwanên Kurd xistin. -
Ji KJK'ê peyama Newrozê û 4'ê Nîsanê
Kordînasyona KJK'ê jinên tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bûn silav kir û banga mezinkirina berxwedana li dijî faşîzmê kir. -
Li Şirnex û Nisêbînê êrîş dewam dikin
Li navenda Şirnexê ku amadekariyên êrîşên qirkirinê tên kirin û li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan dewam dikin. -
Li Sûrê komkujî...
Dilber Bozkûrt ku yek ji 7 kesên li odeyekê asê man e got, "Eger îro jî kepçe bixebitin, em ê di binê xirbe de bimînin. Dibe ku bi tenê 5 deqeyên me ma bin." -
Kartal: Dewlet têk çû
"Dewletê hilweşand û şewitand. Lê ji aliyê siyasî ve têk çû." -
Banka kincan ji bo Sûrê dixebite
Semra Kiratli diyar kir, projeya banka kincan ji bo mezinkirina ruhê piştgiriyê hatiye destpêkirin û bang li her kesî kir, ku alîkariyê bidin vê projeya 'banka kincan'. -
Kurd li dijî nîjadperestiyê berxwedana herî berfireh dimeşîne
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bal kişand ser êrîşên li hemberî Kurdan ên di dîroka Tirkiyeyê e û diyar kir, gelê Kurd li dijî înkar û tinekirinê berxwedana herî berfireh dimeşîne. -
Li Nisêbînê sewqiyata leşkerî didome
Li Nisêbînê ku terora deweta Tirk dewam dike, piştî sewqiyata duh a bi sedan wesayîtan, îro jî 16 tankên din anîn û li baxçeya dibistanê bi cih kirin. -
Cenazeyê Asya bi qurnefîlan hate oxirkirin
Endama YPS-Jinê Asya Taşçi ya li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate oxirkirin. -
Li Qamişlo ji bo şehîdên 12’ê Adarê û şervanê Ereb Ezba merasîm
Kesên di qetlîama Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan bi meşeke girseyî û merasîmekê hatin bîranîn. Şervanê Ereb Sabîr Ezba jî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Hezarên ku li Strasboûrgê YE û Erdogan protesto kirin: Berxwedan wê mezin bibe
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li navenda YE Strasboûrgê kom bûn, bi meş û mîtîngek berfireh qetlîam protesto kirin. Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ji 15’ê Adarê û şûn de wê li ber avahiya PE ya li Brukselê bidome. -
Li Silopiyayê 3 cenaze hatin defnkirin
3 cenazeyê li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê anîn Xabûrê, li Silopiyayê hatin defnkirin. -
YPG: 38 çete hatin kuştin
YPG’ê da xuyakirin ku di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 38 çete hatine kuştin, 2 şervanên Şems El Şîmal û şervanekî Ceyş El Sûwar jî jiyana xwe ji dest dane. -
Ji bo sersaxiya şervanê YPG’ê Kirdag ziyareta girseyî
Mala şînê ya li Wanê ku ji bo şervanê YPG’ê Veysel Kirdag (Berxwedan Wan) ê 5’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû û nasnameya wî hefta borî hatibû eşkerekirin, bi awayeke girseyî hat ziyaretkirin. -
Koordînasyona Rojava banga yekîtiyê kir
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava ji bo li Rojava û herêma Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk û yekgirtî pêk were bang li pêkhateyan kir. -
KCK: Gelê me wê teqez bi ser kevin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kesên di derbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an, 12’ê Adara 1995’an qetlîama Gazî û 12’ê Adara 2004’an qetlîama Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. -
Fermandariya HPG’ê û YBŞ'ê ya Şengalê: 21 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê û fermandariya YBŞ'ê ya Şengalê diyar kir ku di Pêngava Tolhildana Medîvan de 21 çeteyên DAÎŞ’ê kuştine, gelek alavên leşkerî jî desteser kirine. -
Cenazeyê Karakuş hate definkirin
Cenazeyê Haci Karakuş ê bavê 3 zarokan li gundê wî hate definkirin. -
‘Devlet êdî ne di bin çavan de, yekser li malan qetil dike!’
Dayikên Şemiyê di hefteya 572’yemîn de lêgerîna edaletê domandin. Malbatên êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê protesto kirin, wek hevparbûna êşan banga hevpariya têkoşînê jî kirin. -
Artêşa Tirk gundên Heftanînê bomberdûman kir
Balafirên şer ên Tirk şeva 9’ê Adarê gundê Keşan ê Heftanînê bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanê de 2 mal bêkêr bûn. -
Çeteyên AKP’ê êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin
Komên çete yên girêdayî komên qaşo ‘muxalefeta Sûriyeyê’ yên ku AKP’e piştgiriyê didiyê, êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin. -
Êrîşên bi hawan û obusan ên li hemberî qadên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên bi hawan û obusan ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin. -
Li rojavayê Şengalê operasyon didome
“Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo” ya hêzên YBŞ/YJŞ’ê bi armanca rizgarkirina rojavayê Şengalê destpê kirin, dewam dike. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin, wesayîteke çeteyan hat îmhakirin.