Koordînasyona Rojava banga yekîtiyê kir
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava ji bo li Rojava û herêma Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk û yekgirtî pêk were bang li pêkhateyan kir.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava ji bo li Rojava û herêma Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk û yekgirtî pêk were bang li pêkhateyan kir.
Kordînasyona Giştî ya Her sê Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk (Cizîrê, Kobanê û Efrîn) bi beşdariya Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, herdu cîgirên wî Dr. Hisên El-Ezam û Elîzabêt Gawriyê, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim ji nûnerên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re civînek li dar xist. Di civînê de nûnerên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Kildan, Ermen, Turkmen, Çeçen, partî û rêxistinên siyasî di nav de TEV-DEM û Kongreya Star amade bûn.
Di civînê de, têkildarî armanca civînê daxuyaniyek ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim ve hat xwendin û tê de bang hat kirin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê xebat werin kirin.
Daxuyaniya ku hatiye xwendin wiha ye:
“Ji bo hemû gel, hêz û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê.
Ji bo welatê me Sûriyeyê û xizmeta çareserkirina aloziya Sûriyeyê em dixwazin bersivê bidin rewşa leşkerî ya heyî û hewldanên parçekirina welat ji aliyê rêxistinên terorîst wekî DAIŞ û El-Nusra ku nîvê erdnîgariya Sûriyeyê di destê wan de ye. Herêmên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hemû hêzên xwe yên di bin sîwaneya Rêveberiya Xweser de cih digrin “YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, El-Senadîd û Hêzên Zîrevanên Xabûr” bi piştgiriya Koalîsyona Navnetewî hatine rizgarkirin divê ji aliyê rêveberiyên herêmî di çarçoveya biryarên navnetewî û Koma Piştgiriya Sûriyeyê û Konseya Ewlekariyê yên taybet bi aloziya Sûriyeyê de werin birêvebirin.
Koordînasyona Giştî ya Her sê Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk (Cizîrê, Kobanê û Efrîn) piştî serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku ji bo tevahiya Sûriyeyê bûye nimûneya demokrasiyê, her wiha piştî şêwirandin û kordînekirina bi nûnerên herêman ku dawiyê hatine rizgarkirin re em bang li we dikin ku werin diyalog, şêwirandin, her wiha ji bo dîtineke siyasî ya hevbeş debarê aloziya Sûriyeyê de li hev bikin. Ev lihevkirin divê bi awayê rêveberiyeke demokratîk a herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi encam bibe bêyî ku netewperestî, olperestî û cudabûn di navbera pêkhateyan de hebe. Ev şêwaz an jî sîwane divê di heman demê de hemû pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Turkmen, Çerkes, Çeçen, Musliman, Xiristiyan û Êzidî birêve bibe.
Di roja îroy de hewcedariya me bi alîkarî û hewldanên ji bo welat heye. Divê her kes bê navber ji bo çareserkirina vê aloziyê tişa li cem xwe bide. Divê sîstema heyî ber bi sîstemeke parlamentoyî ya li ser bingeha ne navendiyê were veguhestin.
Endamên Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demoratîk (Cizîrê, Kobanê û Efrîn) Ekrem Hiso, Dr. Hisên El-Ezam, Elîzabêt Gawriyê, Enwer Muslim, Xalid Berkel, Bêrîvan Hesen, Hêvî Mustefa, Mustefa Şêx Osman, Remzî Şêx Mûsa û Ebdulhemîd Mustefa.”
Niha civîn bi gotûbêjên di navbera nûnerên pêkhate, partî û rêxistinên beşdar dewam dike.