YPG: 38 çete hatin kuştin
YPG’ê da xuyakirin ku di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 38 çete hatine kuştin, 2 şervanên Şems El Şîmal û şervanekî Ceyş El Sûwar jî jiyana xwe ji dest dane.
YPG’ê da xuyakirin ku di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 38 çete hatine kuştin, 2 şervanên Şems El Şîmal û şervanekî Ceyş El Sûwar jî jiyana xwe ji dest dane.
YPG’ê der heqê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeteyan derbeyên mezin xwarine.
Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê derbarê rewşa dawî ya li derdora Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha got:
“11’ê Adarê saet 05.30’an de çeteyên DAIŞê ji rojavayê ava Firatê, li herêma navbera Cerablûs û Bendava Tişrînê de êrîşekî berfireh li dar xistin.
Komên çete di saetên sibehê de herêma di navbera Pira Qereqozax û Kelha Necîb de agirên mezin pêxistin û bi çekên giran û topên cur bi cur êrîşî çeperên hêzên me yên rojhilatê ava Firatê kirin. Hêzên me yên bersivên tund dan êrîşî çeteyan, li vê qadê qasî hat zelalkirin 5 endame çeteyan kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hemwext li bakurê bendave Tişrînê li dijî çeperên QSD jî êrîşek li dar xistin. Komên çeteyan destpêke bi 5 maşîneyên taqemenî barkirî êrîş li dar xistin, lê hemû maşîne beriya bigihîjin çeperên hêzên me hatin rûxandin. Komên çete bi awayekî hemwext û ji 3 baskan li dijî çeperên hêzên me êrîşek destpê kirin. Şerên dijwar ên li vê qadê destpê kirin, heta saet 17.00’an bê navber berdewam kir. Şerên vê herême de treksek a çeteyan hat derbkirin. Şerên di direjahiya rojê de bi 2 maşîneyên din ên taqemenî barkirî ve xwestin êrîş bikin, lê bi destwerdana hêzên me van maşîneyan jî bê bandor hatine hiştin.
Di şerên hatin jiyîn de qasî hat zelalkirin 32 endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me di van şeran de tevî 3 cenazeyên çeteyan, 2 kleş, 1 roketavêja B7, 1 çente fîşekên BKC û 1 treks tijî teqemenî desteser kirin.
Di şerên hatin jiyîn de 2 şervanên Şems El Şîmal û şervanek Ceyş El Suwar ên bi lehengî şer kirin gihiştin şehadete.
Piştî şkandina van êrîşan komên çete xwestin ji rojavayê bendava Tişrîn jî êrîşekê li dar bixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt hatiye jiyîn. Di vî şerî de qasî hat zelalkirin çetek hat kuştin.”