Terora polîsên Tirk a li Cizîrê dewam dike
Li Cizîrê, ku 'qedexeya derketina derve' bi rojê hatiye rakirin, polîsên Tirk li naverastê li jin û ciwanên Kurd xistin.
Li Cizîrê, ku 'qedexeya derketina derve' bi rojê hatiye rakirin, polîsên Tirk li naverastê li jin û ciwanên Kurd xistin.
Ji ber ku esnafan nerazîbûn nîşan dan, gelek maşînên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî bûyerê polîsên Tirk motorsîkletên li ser kolana Kobanê dan hev.
Tevî ku 'qedexeya derketina derve' bi rojê li Cizîrê hat rakirin jî, terora hêzên dewletê ya li navçeyê dewam dike. Polîsên Tirk danê sibehê li kolana Kobanê, motorsîkletek bi gulereşandina li hewayê dan sekinandin û li ajokarê motorsîkletê xistin. Jineke ku dît polîs li ciwan dixe, nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê polîsên Tirk li vê jinê jî xistin.
Esnafên dîtin polîsên Tirk li jin û ciwanê Kurd dixin, li derdorê civiyan û nerazîbûn nîşanî terora polîsan dan. Li ser vê yekê gelek maşînên zirxî yên dewleta Tirk li cihê bûyerê kom bûn. 'Tîmên taybet' ên ji maşînên zirxî daketin, gule berdan hewayê. Piştî ku demeke dirêj li jin û ciwan xistin, polîsên Tirk ciwan kirin binçavan.
Li dû binçavkirina ciwan, polîsên Tirk li nava esnafan geriyan û gef li wan xwarin. Piştre polîsan bi maşînên zirxî rê li trafîkê girtin. Polîsên Tirk niha dest datînin ser motorsîkletên li herêmê.