Hezarên ku li Strasboûrgê YE û Erdogan protesto kirin: Berxwedan wê mezin bibe

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li navenda YE Strasboûrgê kom bûn, bi meş û mîtîngek berfireh qetlîam protesto kirin. Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ji 15’ê Adarê û şûn de wê li ber avahiya PE ya li Brukselê bidome.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li navenda YE Strasboûrgê kom bûn, bi meş û mîtîngek berfireh qetlîam protesto kirin, bang li welatên Ewropa kirin ku berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin. Siyasetmedarên Ewropî jî nêzîkatiyên YE bi zimanekî tund rexne kirin, li şûna Erdogan banga piştgiriya PKK, PYD, YPG û YPJ’ê kirin.

Di meşê de lenet li dewleta Tirk û Erdogan hatin barandin, peyama “Eger hûn bêdengiya xwe biparêzin em ê bi ruhê Sûr û Cizîrê her derê bikin qadên berxwedanê” dan KE, DMME û CPT’ê.

Di pêşengiya KCD-E û TJK-E de ji 22’yê Sibatê ve polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tînin û bêdengiya Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT dihat protestokirin. Çalakî îro bi meş û mîtîngek mezin ve bi dawî bû, wê li paytexta Belçîka Brukselê dewam bike.

Meşa ji ber navendên KE, DMME û CPT’ê yên li Strasboûrgê destpê kirin, li Qada Klêber ku ji cadeyên herî qelebalix a navenda bajêr e, dewam kir. Di meşa ku bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Belçîka û ji gelek navendên Ewropa pêk hat de hevbirên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropa jî cih girtin.

Hezarên li pey pankartên ku AKP, Erdogan, DMME, KE û CPT lenet dikir dimeşiyan, alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Bi hezaran kes dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Hevpar YE”, “Her Der Sûr, Her Der Cizîr, Her Der Berxwedan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin.

Girse di domahiya meşê de peyama “Eger hûn bêdeng bimînin, em ê her derê bi ruhê Sûr û Cizîrê bikin qadên berxwedanê” da KE, DMME û CPT’ê.

Di bin tedbîrên ewlehiyê yên zêde de li Place Kleberê mîtîngek hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi zimanekî tund rexne kir, banga wezîfeyê li DMME û CPT’ê kir. Ceylan got li hember her cure zilmê berxwedana ciwanên Kurd dewam dike, destnîşan kir ku ev berxwedan bandora xwe li her bajarên Ewropa jî dike. 

Ceylan got, “Bila zanibin bêdengbûna wan hevpariya wan a qetlîaman e, gelê Kurd wê her derê bike berxwedanên Sûr û Cizîrê”, destnîşan kir ku heta azadiya Kurdistan û Ocalan wê têkoşîn li her derê dewam bike.

PCF: YE LI BENDE YE KU SÛRIYEYEK DUWEM ÇÊBIBE?

Sekreterê bajarê Bas-Rhîn ê Partiya Komunîst a Fransî (PCF) Beatrîxe Lejarre got, “Bêdengiya Ewropa li Kurdistanê dikuje”, bi bîr xist ku Erdogan di bin navê terorîzmê de li hember gelê Kurd şerekî mezin dimeşîne, li şûna piştgiriyê bidin Kurdên li dijî DAIŞ’ê şer dikin ji ber Ewropa piştgiriya Erdogan dike zimanekî tund rexne kir.

Lejarre ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê bi lezgînî bi dawî bibe banga wezîfeyê li KE kir, wiha got: “Li hember qetlîaman bikevin nav liv û tevgerê., bi hezaran mirov mexdûr in, qedexeyên kolanan rakin. Ewropa li benda çi ye? Li bende ye ku Tirkiye bibe Sûriyek duwem?” Her wiha xwest ku YE bazara qirêj a der heqê penaberan bi Tirkiyeyê re dimeşîne bi dawî bike.

DÎE LÎNKE: HER KÎ PIŞTGIRIYA ERDOGAN BIKE WÊ BIBE ŞIRÎKÊ SÛCÊ ŞER

Di mîtîngê de Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Heîke Hansel piştgiriya Serokwezîra Elman Angela Merkel a dide polîtîkayên qetlîamker ên Erdogan ku li ser Kurdan dimeşîne bi zimanekî hişk rexne kir. 

Parlamentera Dîe Lînke got ji ber van sûcan divê Erdogan li dadgehên ceza yên navneteweyî bê darazandin, banga ketina liv û tevgerê li saziyên hiqûqî û siyasî yên navneteweyî kir.

Heîke Hansel xwest ku di serî de Elmaya, welatên YE têkîliyên xwe bi Erdogan re qut bikin, wiha hişyarî da: “Her kî alîkariyê bide Erdogan, wê berpirsiyariya tevahî qetlîam û sûcên şer bigire ser milên xwe.”

Parlamenterê Dîe Lînke wiha got: “Eger hin behsa mafên mirovan dikin, divê li şûna piştgiriya bi Erdogan û çeteyên wê, divê bi PKK, PYD û YPG-YPJ’ê re di nav piştevaniyê de bin.”

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Aştî û Demokrasî ya Ewropa (ABDEM) û Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD), her wiha Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropa axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li hember polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî Kurdan pêwîstiya her der kirina qadên berxwedanê hat ziman.

ÇALAKIYA BERXWEDANÊ JI 15’Ê ADARÊ Û ŞÛN DE LI BRUKSELÊ YE

Çalakiya rûniştinê ya 22’ê Sibatê li ber avahiyên KE û DMME destpê kir, wê ji 15’ê Adarê roja Sêşemê û şûn de li ber avahiya Parlamentoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê dewam bike.

...