Li Sûrê komkujî...

Dilber Bozkûrt ku yek ji 7 kesên li odeyekê asê man e got, "Eger îro jî kepçe bixebitin, em ê di binê xirbe de bimînin. Dibe ku bi tenê 5 deqeyên me ma bin."

Tevî ku hêzên dewleta Tirk beriya sê rojan dabû xuyakirin ku 'operasyonên' li Sûrê qediya ne, teror û dagirkeriya dewletê ya li navçeyê di roja 103. de dewam dike. Ji îro saet 08:00 û pê ve li kolana Gazî, kolanên Marangoz, Mîras Sûleyman Nazîf û Varol ên taxên Cevatpaşa û Dabanoglû hat rakirin. Lê belê li navçeya ku 3 jê birîndar 7 kes asê man e, operasyonên li taxên 'qedexekirî' dewam dikin.

Yek ji kesên asê man e jî, Dilber Bozkûrt e ku bi rêya telefonê têkilî pê re hatiye dayîn. Bozkûrt da xuyakirin, ku ew li odeya avahiyeke xerakirî asê man e.

'YA KU XERA NEBÛYE BI TENÊ ODEYA EM LÊ NE'

Bozkûrt got, "Duh li ser avahiya em lê ne kepçe xebitîn. Bi tenê odeya em tê de ne, maye. Em nikarin serê xwe derxînin derve. Eger îro jî kepçe bixebitin, em ê di binê xirbeyê avahiyê de bimînin. Niha li hin cihan cenazeyên 40 kesan di binê enqazê de hene. Divê gel ji bo rakirina cenazeyan rabe ser piyan."

Bozkûrt da xuyakirin ku duh 8 kes li navçeyê hatine qetilkirin û got, "Eger îro tiştek neyê kirin, em ê di binê xirbe de bimînin. Dibe ku bi tenê 5 deqeyên me ma bin."