Ji KJK'ê peyama Newrozê û 4'ê Nîsanê
Kordînasyona KJK'ê jinên tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bûn silav kir û banga mezinkirina berxwedana li dijî faşîzmê kir.
Kordînasyona KJK'ê jinên tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bûn silav kir û banga mezinkirina berxwedana li dijî faşîzmê kir.
Kordînasyona Koma Jinên Bilind (KJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 8'ê Adara 2016'an li gorî salên bihurî bi biryardarî, bawerî û tevlîbûneke mezin a li têkoşîna demokrasî û azadiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye pêşwazîkirin. KJK'ê, hemû jinên li dijî faşîzmê daketin qadên mîtîngê silav kir.
Koordînasyona KJK'ê bibîr xist, ku li Rojavayê Kurdistanê jî 8'ê Adarê bi coşa şoreşê hatiye pêşwazîkirin, merasîm, pîrozbahî û mîtîng hatine lidarxistin. KJK'ê da zanîn, 8'ê Adarê li Başûrê Kurdistanê jî bi çalakiyên berfireh hatiye pêşwazîkirin û li Rojhilatê Kurdistanê di nava jinan de rê li ber hişyarbûnekê vekiriye.
PÎOZBAHIYÊN 8'Ê ADARÊ
Di daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin, 8'ê Adarê li Ewropa, Rûsya û herêmên din ên li derveyî welat bi ruhê berxwedanê û daxwaza azadiyê hatiye pîrozkirin û hat gotin: "Li Kurdistanê jî 8'ê Adara 2016'an li ser bingeha berxwedanên xwerêveberiyê yên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Hezex, Gever û Kerboranê bi çalakiyên xurt hat pêşwazîkirin. Bi têkoşîn û dilsoziya Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû hevalên jin ên di berxwedanên xwerêveberiyê de şehîd ketin, li ser bingeha dilsoziya bi ax, welatparêzî û azadiyê, ruhê azadiyê yê li Kurdistanê zindî û mezintir bû."
KJK'ê bal kişand ser pêşengiya jinê ya bi va çalakiyan re derketiye holê û da zanîn, ku li ser bingah berxwedana bi pêşengiya jinê wê çalakî û serhildan xurtir û li derdorê belav bibin.
KJK'ê da xuyakirin, ku pêşketina herî girîng a îsal ew e, jinên Tirkiyeyî bêhtir bi azadiya jinê û pirsgirêka Kurd re eleqedar bûne û hat gotin, "Jinên Tirkiyeyî bi vê têgihiştin û sekna bi biryar re hêz û moralê dide me. Zemîna ji bo çalakî û rêxistinbûyîna hevpar a jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ji her demê xurt bûye."
BI QASÎ AKP'Ê TI HIKÛMETAN JIN EWQAS HEDEF NEGIRTIN
KJK'ê diyar kir, ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de bi qasî AKP'ê ti hikûmetan jin hedef girtine û li hemberî azadiya jinê qirkirineke ewçend bê perwar, dijminane û wehşî heta niha nehatibû kirin. KJK'ê da xuyakirin, ku niha li Tirkiyeyê rewşeke ji aliyê jinê ve cihê şerm û wehşetê ye, heye.
Kordînasyona KJK'ê bal kişand ser daxuyaniya Emîne Erdogan ku gotibû, 'Harem ji bo jinan cihê amadekirina li jiyanê ye' û ev nirxandin kir:
"Herî dawî Emîne Erdogan feraseta jinê weke kole û xizmetkarê mêr dibîne, bi gotina 'Harem ji bo jinan cihê amadekirina li jiyanê ye' nîşan da ku ew bi xwe mêrekî kincê jinê lê ye. Feraseteke bi vî rengî di polîtîkayên li hemberî jinê de heta roja îro li Erebîstana Siûdî hatibû dîtin. Xuya ye feraseta ku malbata Erdogan xweziya xwe pê tîne, jiyana bi rêbaza harem e. Ji van daxuyaniyan û polîtîkayan tê fêmkirin, Erdogan ê dixwaze bibe sûltanê Osmanî û ji keda gelên kedkar û jinan ji xwe re qesr çêkiriye, xewn û xeyala wî ya herî mezin ew e ku bibe xwedî haremekê. Vê yekê jî bi Emîne Erdogan dide gotin. Haremên ku keçên biçûk ên esîr dihatin girtin weke koleya zayendî lê dihatin bikaranîn û pêşkêşî mêr dihatin kirin, ancax ji aliyê malbata Erdogan ve bi vî rengî were nirxandin. Ev nirxandin hêjayî Erdoganan e. Ji vê derê jî bi awayekî zelal xuya dike ku mejiyê wan û yê DAIŞ'ê yek e. Desthilatdariya AKP'ê mêr teşwîq dike ku şîdetê li jinê bike. Li dadgehan jî bi bahaneyên 'bi rêzdarî tevgeriyan, kravat xistin stuyê xwe' cezayê kujeran tên kêmkirin. Polîtîkayên li dijî jinê tên meşandin, rewşa herî şênber a polîtîkayên desthilatdariya heyî ya zayendîperest û dijminatiya li jinê ye. Faşîzm neteweperest e, olperest e, zayendîperest e. Rûyê herî heqîqî û zalim ê netewe dewletê ye. AKP di asta herî bilind de faşîzma netewe dewletê temsîl dike.
Li hemberî vê zîhniyeta tekparêz a Erdogan û AKP'ê ya dijminatiyê li jinan dike, pêwîste hemû jinên azadîparêz ên li Tirkiykeyê li eniyeke hevpar li hev bicivin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Helwest, berxwedan û têkoşîna hevpar a jinê wê desthilatdarî û zîhniyeta faşîst a AKP'ê qels bike. Li ser vê bingehê em bang li jinan dikin, ku li hemberî faşîzma AKP'ê helwesteke hevpar û hevgirtî nîşan bidin û bi hevparî li ber xwe bidin. Em hemû jinên ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê di nava hewldanan de ne û li dijî zîhniyeta ji serdestiya mêr li ber xwe didin, silav dikin. Têkoşîna hevgirtî ya jinan wê demokrasiyê û azadiyê di nava jiyana civakî de biafifrîne."
BANGA JI BO NEWROZ Û 4'Ê NÎSANÊ
Di dawiya daxuyaniya Kordînasyona KJK'ê de ev bang li jinan hat kirin:
"Em bang li hemû jinan dikin, ku li dijî dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê yên faşîst û mêtînger, li ser bingeha azadî û berxwedêriya 8'ê Adarê, cejna Newrozê û rojbûna Serok Apo 4'ê Nîsanê bi xurtî pêşwazî bikin û têkoşînê bilind bikin."