Li Silopiyayê 3 cenaze hatin defnkirin

3 cenazeyê li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê anîn Xabûrê, li Silopiyayê hatin defnkirin.

Nasnameyên 3 cenazeyên din ên li navçeya Cizîr a Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê yên li ser malên bi birîndarî asê mabûn de hatin qetilkirin û li Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê dihat rawestandin, nehat zelalkirin. 3 cenazeyên ku nasnameyên wan nehat zelalkirin, îro ji aliyê personelên Şaredariya Silopiyayê li Goristana Taxa Yenîşehîrê hatin defnkirin.

Heta niha 77 cenazeyên di dîrokên cuda li Cizîrê hatibûn qetilkirin anîn Xabûrê, 33 cenaze ji ber nasnameyên wan nehatin tespîtkirin li şehîdgehê hatin defnkirin, 38 cenaze jî ji aliyê malbatan hatin wergirtin.

Li Xabûrê hê jî 6 cenaze tên rawestandin.